Kurtulan: Divê em li dijî tecrîdê têkoşînê berfireh bikin

  • jin
  • 16:55 7 Çile 2023
  • |
img
ENQERE - Parlamentera HDP’ê Fatma Kurtulan diyar kir ku tecrîd destekftiyên têkoşîna jinan dike hedef û got: “Divê em li her qadan li dijî tecrîdê têkoşîna xwe berfireh bikin.”
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) panelek bi navê “Jin tecrîdê diaxivin” li dar xistin. Gelek jin beşdarî panela ku li avahiya HDP'ê ya Enqereyê hat lidarxistin bûn. Di panelê de Parlamentera HDP'ê ya Mêrsînê Fatma Kurtulan û endama OHD'ê parêzer Raziye Ozturk wek axivêr cih girtin. Hevseroka HDP’a Enqereyê Pakîze Sînemîllîoglû moderatoriya panele kir. 
 
‘EM TU XEBERÊ JI MIWEKÎLÊN XWE NAGIRIN’ 
 
Parêzer Raziye Ozturk ku di heman demê de parêzeriya Ocalan jî dike, diyar kir ku armanca tecrîdê ew e ku îradeya gelê kurd bê şikandin û bi vê tecrîdê tê xwestin di her warî de gelê kurd û jin bên tecrîdkirin. Ozturk diyar kir ku tecrîd hilberîna pergalek mêrane ye û got: “Bi awayek dijhiqûqî û dijdemokratîk tecrîd tê berdewamkirin. Li Îmraliyê tecrîdek giran û pergala îşkenceyê heye. Em dikin û nakin hevdîtina me ya li gel birêz Ocalan tê astengkirin û em tu xeberê ji miwekîlên xwe nagirin. Ev fikarê dide me û gelê kurd.” 
 
‘HETA KU TECRÎD RABE…’ 
 
Parlamentera HDP’ê ya Mêrsînê Fatma Kurtulan jî anî ziman ku sepanên tecrîdê ji ser kurdan dest pê kir û li tevahiya Tirkiyeyê belav bûye û got: “Armanca tecrîdê şikandina îradeya gelê kurd e. Dixwazin bi tecrîdê rê li ber diyalog û muzakareyan bigirin. Tecrîdê şer anî û şer dijwartir kir. Tirkiye ji demokrasiyê direve û şer tîne. Herî zêde jin li ber şer radibin. Li ber me pirsgirêkek mezin a kurd heye. Meseleya kurd meseleyek kûrewî ye. Daxwaza me jinan ew e ku demildest tecrîd bê rakirin. Divê em li her qadê li dijî tecrîdê rabin û têkoşîna xwe ya li dij berfireh bikin. Heta ku tecrîd ranebe, rêya diyalogê jî venabe û demokrasî nayê Tirkiyeyê.”