Li Îzmîrê jinek hat qetilkirin

  • jin
  • 10:28 9 Çile 2023
  • |
img
ÎZMÎR - Jina bi navê Necmiye Vûral a li Karabaglara Îzmîrê ku dixwest ji M.A., veqete, ji aliyê wî ve hat kuştin. 
 
Necmiye Vûral (40) nişteciha taxa Lîmontepe ya navçeya Karabaglara Îzmîrê ye. Vûral dixwest ji zilamê bi navê M.A., veqete. Ev xwestek veguherî kuştinê. M.A., li Vûral da û wê qetil kir. Keç û lawê Vûral agahî dan tîmên tenduristiyê. Li ser gilîkirinê tîmên tenduristiyê hatin cihê bûyerê û diyar kirin ku Vûral jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê wê ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tiba Edlî. 
 
Kujer M.A., li kargeha xwe ya li navçeya Karşiyakayê hat binçavkirin û piştî karûbarên edliyeyê hat girtin.