Cansiz, Dogan û Şaylemez li Rojava hatin bibîranîn

  • jin
  • 14:22 9 Çile 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN – Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku li Parîsê hatibûn qetilkirin, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin bibîranîn û beşdaran wiha got: “Pergala mêr-serdest jinên pêşeng ên têkoşîna azadiyê bo xwe weke gefekê dibînin.” 
 
Platforma Çalakiyên Hevpar a Rêxistin û Tevgerên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya salvegera qetilkirina yek ji damezirînerên PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û Endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî) ku di 9’ê Çileya sala 2013’an de li Parîs a Fransayê di encama sûîqestekê de hatibûn qetilkirin, li pêşiya Navenda Çandê ya Mihemed Şêxo ya Qamişloyê daxuyanî da. Gelek nûnerên jinan tev li daxuyaniyê bûn û daxuyaniya bi kurdî ji hêla Berdevka Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rîm Dada û ya bi erebî jî ji hêla Endama Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Jiyan Hiseyn ve hate xwendin. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di encama komkujiya MÎT’a dewleta tirk a dagirker a di 9’ê Çileya 2013’an a li paytexta Fransayê Parîsê de ji tevgera jinên azad Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez şehîd bûn. Rêheval Sakîne, ne tenê ji bo jinên Kurdistanê lê ji bo hemû jinên cîhanê li ber xwe da. Tevî vê yekê jî dewleta Fransayê di nava 10 salan de hêjta ev komkujî ronî nekiriye û hesab ji kiryarên wê nepirsiyaye. 
 
JINÊN PÊŞENG HEDEF TÊN GIRTIN
 
Yek ji karê ewil ê pergala mêr a faşîst û paşverû hedefgirtina jinên pêşeng e. Her jineke ku têkoşîna azadiyê dide bo xwe weke gef dibîne. Ji Roza Luksemburg heta Clara Zetkin, ji Dayika Gulnaz heta Evîn Goyî, ji dîrokê ve ev rewş her tim wiha bû. Duyemîn Komkujiya Parîsê jî bi destê dewleta tirk hate kirin. Em dizanin ku ev komkujî bi mebesta têkbirina vîna jinan û gelê kurd tên kirin. 
 
BANG LI FRANSAYÊ KIRIN
 
Em weke Platforma Çalakiyên Hevpar a Rêxistin û Tevgerên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîdên Yekemîn Komkujiya Parîsê bibîr tînin û kiryarên wê şermezar dikin. Banga me ji bo Fransayê û rêxistinên hiqûqê ya navneteweyî ew e ku faîlan derxînin holê û li dadgehan bidarizînin. Herî dawî jî banga me ji bo hemû civakên azadîxwaz, rêxistinên jinan û rêxistinên mafên mirovan ew e ku xwedî li doza mafdar a gelê kurd û jinan derkevin.” 
 
Daxuyanî bi dirûşmên “Şehîd namirin” û “Jin, jiyan azadî" bi dawî bû.