Biryara tehliyeyê gotina ‘dewlet li pişt min e’ pitşrast kir: Dengê min bibihîzin

  • jin
  • 09:15 19 Çile 2023
  • |
img
AMED - Îpek Gulşen diyar kir ku Baran Kizil ê gotiye, “dewlet li pişt min e” û hewl daye wê tecawiz bike hatiye berdan û got: “Biryara tehliyeyê gotina ‘li pişt min dewlet heye’ piştrast kir. Hê ku ez li jiyanê me dengê min bibihîzin.” 
 
Li Amedê kesê bi navê Baran Kizil gotiye “dewlet li pişta min heye” û hewl daye destdirêjî Îpek Gulşen bike, hatibû girtin. Kizil di 17’ê çile de ji aliyê 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê ve di danişîna ewil de hat berdan. Îpek li ser tehliyeyê gazî rêxistinên jinan û rayedaran kir û got: “Ez naxwazim werim kuştin. Ez dixwazim ew kes ji nû ve bê girtin.” 
 
HAYA WÊ JI DANIŞÎNÊ NEBÛYE 
 
Gulşen da zanîn ku ew berê jî têkildarî Baran Kizil ji çapemeniyê re axivî ye û got: “Vî kesî min tacîz kiribû. Li ser gilîkirina min û nerazîbûna welatiyan hat girtin. Ez li benda pêvajoya dadgehê bûm, lê bê min û parêzerên min danişîn pêk hatiye û wî tehliye kirin. Polîs li min geriya û meseleye got û divê ez bi talîmat tev li danişînê bibim. Her çiqas min û parêzerên xwe li ser sîstemê li dozê dinêrî jî xuya nedikir.” 
 
‘PIŞTRAST BÛ KU DEWLET LI PIŞT WÎ YE’ 
 
Gulşen da zanîn ku ew bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bûye û wiha got: “Tenê ji bo Baran Kizil mafê axaftinê hat dayîn, destûr nehat dayîn ez biaxivim. Parêzerên wî jî ew parastin. Tevî ku min got divê parêzerên min jî amade bin û ez li gel wan parastina xwe bikim jî lê dadgehê biryara tehliyeya Kizil da. Hê min dixwest rewşê vebêjim, ekran hat girtin. Min berê jî derbarê Kizil de ji we re axivîbûm û wî gotibû, ‘dewlet li pişt min heye’. Biryara berdanê da nîşandan ku dewlet li pişt wî ye.”
 
‘PERE TEKLÎF KIRINE’ 
 
Gulşen anî ziman ku beriya dadgehê kesek bi navê Savaş lê geriyey û jê re gotiye ku wê Kizil beramberî 250 hezar lîreyê dê berdan û got: “Min bawer nedikir lê ji bo were berdan pere hatiye teklîfkirin.” 
 
‘EZ NAXWAZIM BÊM KUŞTIN’ 
 
Gulşen destnîşan kir ku ji ber Kizil hat berdan ew ji ewlehiya canê xwe bi fikar e û got: “Baran Kizil berê jî gef li min û malbata min xwar. Ez bi fikar im. Bila her kes dengê min bibihîze. Ditirsim ku zirarê bide min. Çimkî ew mirovek hov e. Ez li bende pitşevaniya mirovan im. Bila li cem min bin. Ez naxwazim werim kuştinê. Bila Baran Kizil ji dîsa were girtinê.” 
 
'ME BIHÎST KU BERAET KIRIYE’ 
 
Parêzera Gulşen, Esmer Ozer jî destnîşan kir ku danişîna ku bêwan pêk hatiye û li gorî agahiyên hatine ber destê wan bersûc hatiye beraetkirin û wek Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê li dijî vê gav avêtine û ew ji bo Îpek Gulşen çi ji destê wan tê bikin.