Dema ku mijar dibe polîs û leşkerên ku sûc dikin bêceza tên hiştin

  • jin
  • 10:20 1 Sibat 2023
  • |
WAN - Xebatkara Kovara Jineolojiyê Elîf Yaviç diyar kir ku di çarçoveya polîtîkayên şerê taybet de fihûş û tiryak li Kurdistanê hatiye belavkirin û sûcên bi destê dewletê tên kirin bêceza tên hiştin. 
 
Li Kurdistanê polîtîkayên înkar û îmhayê her di dewrê de bûn. Wek berdewamiya vê înkar û îmhayê jî polîtîkayên şerê taybet xistine dewrê û ciwanan dike armanca xwe. Li bajarên bakurê Kurdistanê rayedar ango leşker û polîs çavê xwe ji belavbûna tiryakê û fihûşê re digirin û dibin sedemê belavbûna wê. Ciwanên ku nakevin vê xefikê jî bi binçavkirin, girtin û ferzkirina sixuriyê re rûbirû dimînin. 
 
Xebatkara Kovara Jineolojiyê Elîf Gemîcîoglû Yaviç bal kişand ser wê yekê ku sûcên bi destê dewletê di çarçoveya şerê taybet de tê kirin û bi destê dewletê jî tê nixumandin. 
 
POLÎTÎKAYÊN PIŞAFTINÊ 
 
Yaviç diyar kir ku ev polîtîka xwe li ser tunehesibandina çanda kurdî û pişaftinê li ser pêya digirin û got: “Ji vê dewletê re ‘Komara Tirkiyeyê’ tê gotin lêbelê li ser vê axê kurd, ereb, çerkez û bîr û baweriyên din jî hene. Jibo ku dewlet feraseta xwe ya yekperest bidomîne, gelên din asimile dike. Dewletên ku dizanin gel bi kuştinê naqedin, lewma polîtîkayên şerê taybet li pêş dixin. Ji bo gelan ji çand, ziman, dîrok, nasnameya wan dûr bikin, polîtîkayên şerê taybet li pêş dixin. Şerê taybet mîna vîrûsê ye, dema dikeve nava civakê nayê ferqkirin, hêdî hêdî nexweş dixîne. Şerê taybet civakê dike hedef. Ciwan, jin girêdayî dîrok, bawerî û çanda xwe ne. Ji ber vê yekê şerê taybet jin û ciwanan dike hedef. Ji bo ku ciwan siberoja civakê ne, di hedefa van polîtîkayan de ne. Dewlet dixwaze ciwanan bi polîtîkaya fihûş û tiryakê bixîne.”
 
'ZAROK DI HEDEFÊ DE NE’ 
 
Yaviç dazanîn ku ji dîrokê heta roja îro li dijî kurdan zext hene û wiha got: “Kuştin, girtin û îşkence kirin lê nikaribûn kurdan tunebikin. Lewma polîtîkayên şerê taybet xistin dewrê. Polîs, leşker û cerdevan li her devera Kurdistanê hatin wezîfedarkirin. Zarokên Kurdistanê di hedefa van grûpan de ne. Li Wanê berê zarokek xwendekara lîseyê bi tecawiza çawişek pispor re rûbirû ma. Li Êlihê çawişê pispor Mûs Orhan tecawizî Îpek Er kir û bû sedemê kuştina wê. Mînakên wisa bi hezaran li Kurdistanê hene.” 
 
‘FIHÛŞ Û TIRYAK BI ZANEBÛN TÊ BELAVKIRIN’ 
 
Yaviç anî ziman ku yek ji rehenda şerê taybet jî “tiryak e” ku li Kurdistanê tê belavkirin û wiha axivî: “Dewleta ku haya wê ji axaftina te ya li malê heye lê gelo nikare li kolanan tiryakê û tiryakfiroşan asteng bike? Li her deverê polîs û leşker hene û kamerayên wan hene. Dewlet bi polîs û leşkeran dikare pêşî li her cure çalakî û daxuyaniyên demokratîk bigire lê her deverê Kurdistanê kirine qada fihûşê û tiryakê. Bi destê dewletê tiryak tê firotin û fihûş tê kirin. Bi awayek zane bi destê dewletê her tişt tê kirin. Polîs û leşker tev li gelek sûcan dibin. Lê nayên cezakirin. Dewlet rê li ber van sûcan vedike. Ev sûc polîtîkaya dewletê ye. Dewlet sûcdaran diparêze û bêceza tên hiştin. Dewlet van polîtîkayan bi zanebûn li dijî civakê dike.”