Gelo jin li herêmên erdhejê çi dijîn?

  • jin
  • 10:56 18 Sibat 2023
  • |
img
STENBOL - Berdevka Meclisa Jinan a HDK’ê ya Stenbolê Nazli Bûket Yazici diyar kir ku li herêmên erdhejê dîsa berpirsyariya herî mezin ketiye ser milê jinan û wiha got: “Ev rewş, travmaya heyî hêj mezintir dike.” 
 
Rayedarên dewletê li hemberî hilweşîna erdhejên Mereşê hêjta tiştek nekirine. Gel, bi rêya partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û dilxwaza hewl dide birînên xwe derman bike. 
 
Berdevka Meclisa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a Stenbolê Nazli Bûket Yazici ku di roja ewil a erdhejê de çûbû Hatayê, da zanîn ku tevî di bin kavilan de bi hezaran kes hene jî li herêmê rastî tîmên xebatên lêgerîn-rizgarkirinê nehatine. 
 
Yazici, diyar kir ku sedema bingehîn a hilweşîneriya erdhejê, nelirêtiyên di plana îmarê de ne û wiha got: “Di bin kavilên avahiyên bi azweriya qezencê hatine çêkirin de xelkê hejar mir. Xebatên lêgerîn-rizgarkirinê dereng dest pê kirin û vê jî bîlanço hêj girantir kir. Heta roja em çûyîn wê derê jî hejmareke pir kêm a AFAD’ê li wir hebû. Sedema bingehîn a vê bîlançoya giran jî ev bû. Leşker û polîsên herêmê jî tev li xebatan nebûn. Li gel konan, gelek pirsgirêkên din jî hene. Yên ku dixwazin xebatên tenduristiyê bi dilxwazî bikin jî ji hêla wezaretê ve tên astengkirin. Dewletê hewl da pêşî li ber piştevaniyê bigire. Em ji bo piştevaniyê çûn û alîkarî da. Me bi zarok û jinan re hevdîtin kirin û xwest ku xwe bi tenê hîs nekin.” 
 
JIN ÇI DIJÎN?
 
Bi domdarî Yazici diyar kir ku ji ber pirsgirêka mazotê nekarîne roja ewil xwe bigihînin gundan û wiha pê de çû: “Herî zêde jin û zarok ji erdhejê bandor bûne. Li gel pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê, her wiha di mijara reglê de jî xwe pir paşve dikişandin. Li herêmên erdhejê rola debara malê li pişta jinan hatiye kirin. Tevî ku mal, mitbax, qad û avalên ku bikarin pê bijîn tunene jî ev rol li xwe girtine. Weke ku her tişt asayî be, dîsa jin xwarinê çêdikin. Jin li zarokan dinêrin. Jin, li nexweşan dinêrin. Ev berpirsyarî li wan hatiye barkirin. Ev yek jî travmaya wan mezintir dike. Jin, roj bi roj bêhtir bêdeng dibin. Em tenê bi piştevaniyê dikarin rê li ber vê bigirin. Her wiha zarok jî şoqeke mezin dijîn. Naxwazin zêde biaxivin. Têkiliya xwe ya bi jiyanê re qut kirine. Min gelek zarok dîtin ku gelek xizmên xwe winda kirine û di carekê de mezin bûne. Qada wan a civakî xera bûye û li ber serê wan cenaze hatine derxistin. Vê rewşê bi xwe re encamekî bi vî rengî aniye.” 
 
PIRSGIRÊKÊN JINÊN PENABER 
 
Yazici, got ku dewlet li Hatayê neketiye taxên elewiyên ereb û axaftina xwe wiha qedand: “Welatî bi xwe vê yekê dibêjin. Welatî dibêjin ku dewlet ji bo berê hêrsa gel bidin aliyekê din, mijara ‘talankeran’ xistiye rojevê. Lê xelkê Hatayê di ferqa her tiştekî de ye. Li Hatayê di navbera gelan de pirsgirêkek nîne. Gelek jê naxwazin bên konbajaran. Hewl didan li ser cîranên xwe alîkariyan peyda bikin. Bi taybet jî jinên penaber pirsgirêka ziman dijîn. Ev pêvajo xelas nebûye û divê piştevanî xurtir bibe.”