Jin xwe ji 8’ê Adarê re amade dikin: Em bi hêrs in, em ê hesab ji vê zilmê bixwazin

  • jin
  • 16:38 2 Adar 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN – Jinan li gelek bajaran starta 8’ê Adarê dan û bal kişandin ser girîngiya piştevaniyê û gotin ew bi hêrs in û dê hesab ji vê zilmê bixwazin û jiyanek nû ava bikin. 
 
Jinan bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li gelek bajaran starta xebatan dan û daxuyanî û rêzeçalkiyan li dar xistin.  
 
MELETÎ
 
Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) ên ji bo piştevaniya jinên mexdûrên erdhejê ji herêma Serhedê hatin Meletiyê di çarçoveya rêzeçalakiyên 8’ê Adarê de daxuyanî dan. Jinan li ber Navenda Koordînasyonê ya li navçeya Yeşîlyûrdê daxuyanî dan. Jinan pankarta “Piştevaniya jinan dide jiyandin” vekirin û li ser navê jinan Hevseroka DBP’ê ya Bajarê Wanê Şengul Polat daxuyanî xwend. Şengul Polat diyar kir ku ew wek TJA’yê ji roja ewil ve li herêmên erdhejê di nava piştevaniyê de ne ji bo felaketên wiha dijwar rû nedin, ew ê di çarçoveya paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinan de bajarên xwe ava bikin. 
 
Piştre Hevseroka HDP’ê ya Bajarê Meletiyê Perîhan Yucekaya jî anî ziman ku tevî ku 25 roj di ser erdhejê re derbas bûye jî hê jî pêdiviyên jiyanê yên serek nehatine bicihanîn û barê giran ê fê tofana dijwar li ser mile jinan maye. Yucekaya got ew jî wek HDP’ê û TJA’yê dixwazin birînên mexdûrên erdhejê bipêçin û piştevaniya jinan bikin. 
 
EDENE 
 
TJA’yê û Meclisa Jinan a HDP’ê Edeneyê jî li avahiya HDP’ê civîna çapemeniyê li dar xistin. Hevseroka HDP’a Edeneyê Hêlîn Kaya daxuyanî da û diyar kir ku îktidarê bi polîtîkayên şer û tundiyê welat ber bi feqîriyek mezin ve biriye û îktidarê di erdhejê de her kesî bi tenê hiştiye. Yucekaya anî ziman ku îro li herêmên erdhejê dem dema piştevaniya jinan e û got: “Em jin em ê kavilan rakin. Em ê jiyanek nû ava bikin.” 
 
MÊRSÎN 
 
TJA û Meclisa Jinan a HDP’a Mêrsînê li avahiya HDP’ê civîna çapemeniyê li dar xist û starta xebatên 8’ê Adarê da. Parlamentera HDP’ê ya Mêrsînê Fatma Kurtulan û gelek jin tev li civÎnê bûn. Çîgdem Goksay li ser navê jinan metna daxuyaniyê xwend û bernameya dê di 8’ê Adarê de pêk bînin parve kir. 
 
Goksoy bernameya 8’ê Adarê wiha parve kir: 
 
“* 3’ê adarê: Dê li taxên Kazanli, Ozgurluk û Çîlek serdana jinên mexdûrê erdhejê bê kirin.
 
* 4’ê adarê: Li Toroslarê serdana jinên mexdûrên erdhejê bê kirin. 
 
* 5’ê adarê: Li Yenîşehîrê dê serdana malbatên mexdûrên erdhejê bê kirin. 
 
* 6’ê adarê: Ji jinên girtî re kart bên şadnin. Piştre jî li Mezîtlî û Erdemlî dê serdana mexdûrên erdhejê bê kirin. 
 
* 7’ê adarê: Li Tarsûsê serdana malbatên mexdûrên erdhejê bê kirin. 
 
* 8’ê Adarê: Bi Platforma Jinan re meşa şevê.”
 
STENBOL 
  
Li Stenbolê jî TJA û Meclisa Jinan a HDP’ê di çarçoveya xebatên 8’ê Adarê de bi armanca piştevaniya bo jinên girtî li navçeyên Umraniye, Uskudar, Ataşehîr, Sancaktepe, Çekmekoy, Pendîk, Fatîh û Esenyûrdê li şaxên PTT’ê kartan ji girtiyan re şandin.
 
Jinan dirûşma “Jin jiyan azadî” berz kirin. 
 
ÎZMÎR
 
 Li Îzmîrê jî TAJ û Meclisa Jinan a HDP’ê TIR’a Mor a alîkariyê ji bo mexdûrên erdhejê yên Hatayê şadnin. Hevseroka HDP’a Îzmîrê Berna Çelîk axivî û diyar kir ku ew îsal 8’ê Adarê bi piştevaniya jinan re pêşwazî dikin û ew ê her piştevaniya jinên mexdûr ên erdhejê bikin.