Rengê 8'ê Adara îsal: Mor-reş û hesabpirsîn

  • jin
  • 09:04 3 Adar 2023
  • |
img
ÎZMÎR - Jinan ku gotin dê 8'ê Adarê li herêmên erdhejê bi piştevaniyê pêşwazî bikin, diyar kirin ku têmaya 8'ê Adara îsal "mor-reş û hesabpirsîn" e û ji bo jinûveavakirinê bang kirin. 
 
Jin îsal dê ji ber erdhejên Mereşê 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li herêmên erdhejê bi alîkarî û piştevaniyê pêşwazî bikin. Rêxistinên jinan ku ji roja ewil a erdhejê ve bi ruhê seferberiyê alîkariya herêmên erdhejê dikin, TIR'ên Mor ku pêdiviyên sereke û lezgîn ên jinan tê de ne, dişînin herêmên erdhejê. Li Îzmîrê jî jinan ji bo herêmên erdhejê torên piştevaniyê ava kirin. 
 
Endama Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Ozdamar, anî ziman ku jin di warê peydekirina amûrên paqijiyê û zexîre de zehmetiyê dikişînin û got: "Ji ber darazên civakî di dema reglê de an jî amûrên paqijiyê yên din bi awayekî eşkere naxwazin. Nikarin xwe bigihînin pêdiviyên sereke." 
 
Ozdamarê anî ziman ku saziyên jinan 8'ê Adara îsal li herêmên erdhejê veguherandina xebatên piştevaniyê û got: "Em lazmatiyên jinan û zarokan ên li herêmên erdhejê li TIR'ên Mor bar dikin û dişînin."
 
'EM Ê HESAB BIPIRSIN'
 
Endama Parastina Jinê Çîgdem Çîgdamliyê jî anî ziman ku ji roja ewil a erdhejê heya niha li Hatayê konên piştevaniyê ava kirine û got ku li herêmên erdhejê bi taybetî jin di warê peydekirina amûrên paqijiyê de zehmetiyê dikişînin. 
 
Çîgdamliyê bilêv kir ku 8'ê Adara îsal pir girîng e û got: "Li herêmên erdhejê dengê 'ji bin kavilan deng tê, lê dewlet tune ye' olan da. Me di nebûna dewletê de hêza jinan û civakê dît. Em ê di 8'ê Adarê de careke din têkoşîna rêxistinkirî ya jinan nîşan bidin û hesab bipirsin."
 
MOR Û REŞ
 
Endama Pîrebokên Kampusê Berfîn Buyukertaşê jî got: "8'ê Adara îsal mor û reş e. Piştî vê pêvajoyê jî dê piştevaniya me bidome." 
 
'EM JIYANÊ JINÛVE AVA BIKIN'
 
Endama Piştevaniya Morê Denîz Ûslûyê jî bang li jinan kir ku jiyanê jinûve ava bikin û got: "Werin em bi hev re têkoşîna jinûveavakirinê xurt bikin. Em bi vî awayî dikarin jiyaneke azad biafirînin."
 
MA / Delal Akyuz