Çalakiyên 8’ê Adarê: Ji mexdûrên erdhejêre TIR’a alîkariyê ji girtiyan re qert

  • jin
  • 16:39 3 Adar 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Alîkariyên di pêşengtiya HDP, HDK û TJA’yê de hatin komkirin bi TIR’ên Xemrî ber bi herêma erdhejê ve hatin birêkirin. Di çarçoveya çalakiyên 8’ê adarê ji jinên girtî re qert hatin şandin. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de li gelek bajaran daxuyanî dan. Jinan ji herêma erdhejê re TIR’ê alîkariyê şandin û li aliyê din ji jinên girtî re qertên 8’ê adarê şandin. 
 
STENBOL 
 
TJA’yê, HDK’ê û Meclisa Jinan a HDP’ê li Rêxistina HDP’a Sûltangaziyê ji bo jinên mexdûrên erdhejê qoliyên alîkariyê amade kirin. Hate diyarkirin ku qoliyên alîkariyê yên hatin amadekirin wê roja yekşemê ji herêmên erdhejê re bên şandin. Jinan ragihand ku wê di çarçoveya piştevaniyê de 7’ê adarê bi awayekî girseyî biçin herêmên erdhejê. 
 
ANTALYA
 
Platforma Jinan a Antalyayê, bi daxuyaniya ku li Şaxa Egîtîm Sen’ê ya Antalyayê da starta çalakiyên 8’ê Adarê da. Li ser navê platformê metna daxuyaniyê Kadriye Tûgcû xwend. Tûgcû, ji bo pêdiviyên bingehîn ên jin û zarokên mexdûrên erdhejê banga lezgîn kir û jin vexwendin ku bi jinên mexdûrên erdhejê re bikevin nav piştevaniyê. 
 
Tûgcû, da zanîn ku wê di çarçoveya bernameya Roja Jinan a Cîhanê de 8’ê Adarê saet di 17.30’an de li ber Kişlahanê daxuyaniyê bidin û di heman rojê de saet di 19.00’an de jî Meşa Şevê ya Femînîst a Uçkapilar li dar bixin. Jin piştî daxuyaniyê derbasî PTT’ya Gulluk bûn û li vir ji jinên girtî re qertên piştevaniyê şandin. 
 
EDENE
 
TJA û Meclîsa Jinan a HDP’a Edeneyê û Platforma Jinan a Edeneyê di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de li PTT’a Edliyeyê hatin cemhev û ji jinên girtî re qartên piştgiriyê şandin. 
 
ŞIRNEX
 
Di çarçoveya xebatên 8'ê Adarê de jinan li Kurdistan û Tirkiyeyê bi dirûşmeya “Piştevanî dide jiyîn” lez dan xebatên xwe. Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Şirnexê û li navçeyên wê yên Hezex, Silopiya, Qilêban, Elkê û Cizîrê bi tevlîbûna parlementera HDP’ê Nûran Îmîr bi mexdûrên erdhêjê yên jin re hatin bahev û pişt re jî jinên girtî re jî name şandin.
 
Li navçeya Cizîrê jî xebatên piştevaniyê yên Meclîsa Jinan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a bi mexdûrên jin ên erdhêjê re didome. Di çarçoveya xebatan de Meclîsa Jinan a KESK’ê TIR’a Xemrî ku ji pêdiviyên jinan pêk tê ber bi Semsûrê ve bi rê kir.