TJA: Em ê jinekê bi tenê jî ji wijdanê dîktator re nehêlin

  • jin
  • 14:45 4 Adar 2023
  • |
img
DÎLOK - TJA û Meclisa Jinan a HDP’ê ku di çarçoveya bernameya 8’ê Adarê ya li Islahiyeyê de hatin gelhev ev peyam dan: “Em ê jinekê bi tenê jî ji wijdanê dîktator re nehêlin.”
 
Jinên ku di pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de hatin gel hev, bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li ber Navenda Koordînasyona Krîzê ya li navçeya Islahiye ya Dîlokê ku erdhêj lê rû da daxuyaniyek dan. 
 
Di daxuyaniyê de Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Parlamentera HDP’ê ya Enqereyê Fîlîz Kerestecîoglû û Parlamentera HDP'ê ya Wanê Mûazzez Orhan û Cîgira Hevserokên Giştî yên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Beycan Taşkiran, her wiha nûnerên gelek partî û rêxistinên civakî yên sivîl cih girtin.  
 
‘SEDEMÊ MEZINKIRINA TÊKOŞÎNÊ’
 
Endama Meclisa HDP’ê Beybûn Aslan anî ziman ku îsal ji ber erdheja li Kurdistan, Tirkiye û Sûriyeyê bû sedemê hilweşîneke mezin bi êşeke kûr û hêrseke mezin ber bi 8’ê adarê ve diçin û wiha got: “Emê şîna xwe bikin sedema mezinkirina têkoşîna xwe. Erdhej ji ber xwezaya wê pêşî lê nayê girtin, lê belê bi zemînên saglam, imara bê rant ev felaket û qeyran mirov dikare ji holê bide rakirin. Mixabin ev desthilata riziyayî ya ku hemû polîtîkayên wê li ser şer, dijminatîya kurdan û jinan tenê berjewendiyên xwe yê qirêj li bajarên erdhej lê çêbûne xwe koordîne kirîye. Desthilata zayendperest a ku ji gel û çareserkirina pirsgirêkên gel dûr e carek din da nîşandan ku pirsgirêk ne tenê bê koordîne bûn e rastî ya wê dûrbûn û dijminatîya wan a ji gel e. Sedema yekane ku encamên erdhejê ew qas giran in, rastiya şerê heyî ye.”
 
‘EM Ê JIYANÊ JI NÛ VE AVA BIKIN’
 
Aslan, bi lêv kir ku di şerên li dijî civakê de dîsa çavkaniyên civakê tên bikaranîn û wiha got: “Ji ber vê sedemê bû ku di rojên felaketê de bûne karsazên kapîtalîst. Hişmendiya baviksalarî û desthilatdar ya ku bû kujerê bi hezaran mirov û zindîyan di vê erdhejê de di bin kavilan da man. Desthilata AKP’ê û MHP’ê heta sê rojên ewil nikarî bû hêza xwe komîserîhev bike û xwe bigihîne herêmên erdhejê. Vê da xuyakirin ku tu amadekariyên wan ji bo bûyerên xwezayî tune ye. Wek tê zanîn ku tevgera jinê û rêxistinên sivîl yên jinan di navbera sê saetan de bi berpirsyarî ya civakî me xwe gihandin cihê erdhejê. Bi bîr û bawerêyeke mezin bi nêzîkatiya ke wekhev dest bi kar û xebatên xwe kir. Ji îro pê de jî wek Tevgera Jinên Azad li hemû bajarên ku erdhej lê qewimî ne bi piştevanîya jinan em ê jiyanê bi hev re ji nû ve ava bikin. Em ê ji niha û pê ve ne tenê bajarekî xwe ne jî jinekê bi tenê an jî mirovekî ji wijdana desthilatan re nehêlin. Em ê alternatîfên xwe bi hev re ava bikin. Em jin dê li dijî rejîma faşîst a ku li dijî jiyanê şer tercîh dike, her tim li qadan bin.”
 
YA KU FELAKET VEGUHERAND AFÊTÊ DESTHILAT E
 
Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş a piştî Aslan axivî îlankirina OHAL’ê ya bi erdhejê re bi bîr xist ku û wiha got: “Desthilat weke di hemû mijaran de hewl da erdhejê jî veguherîne firsendê. Desthilatê ji bo civakê ji erdhejê biparêze tiştek jî nekir. Tabloyeke ku mafê jiyanê yê gel ne dixema wê de ye nîşan da. Serokkomarekî di roja 20’an de dibêje ‘helaliyê’ dixwazim heye li hemberî me. Hevkarê wî yê biçûk (Devlet Bahçelî) ku piştî roja 10’emîn derket qadan ji gefxwarinê paş ve nema. Civak vê dibîne û hîs dike.”
 
‘EM NE BI TENÊ NE, BI HEV RE NE’
 
Beştaş, destnîşan kir ku li herêmên erdhejê di serî de jin bi herkesê re di nava piştevaniyê de ne û ev tişt gotin: “Em di 8’ê Adarê de piştevaniya xwe xurttir dikin û bi dirûşmeya “Em ne bi tenê ne, bi hev re ne” li qadên erdhejê pêşwazî dikin. Em ê bi TIR’ên ji gelek bajarên Tirkiyeyê û Kurdistanê hatine, paketên ku jinan bi rêk û pêk amade kirine bi hev re belav bikin, daxwazan guhdar bikin û ji bo hindik be jî êşê sivik bikin tişta ji destê me tê em ê bikin.”
 
Jinan piştî daxuyaniyê ji bo malzemeyên pêwîst ên hatin amadekirin belav bikin dest bi xebatan kir.