Îlham Ehmed: Divê jin xwe li dora dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ birêxistin bikin

  • jin
  • 11:24 5 Adar 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed diyar kir ku ji bo bidawîkirina karesata li Sûriyeyê divê hemû jin xwe li dora dirûşma “Jin, jiyan, azadî” birêxistin bikin û wiha got: “Heke jinê sûriyeyî vê nekin, dê mîna berê tune bên hesibandin.” 
 
Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed, bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî û têkoşîna jinan nirxand. Îlham Ehmed da zanîn ku ji bo 8’ê Adarê plansaziya xwe amade dikin da ku li gorî naverok û cewhera wê tevbigerin û wiha got: “Di 8'ê Adarê de jinan li ber xwe da, li hember hemû cureyên tundiyê, rêbazên derqanûnî û sûcên ku li dijî wê tên kirin, di nav de li dijî madeyên destûrê sekinîn. Gelek sal li ser vê bûyerê re derbas bûn. Her sal ev roj tê bibîranîn da ku raya giştî ya jinan li Sûriyeyê bi taybet bikin yek.”
 
ROJA MEZINKIRINA TÊKOŞÎNÊ 
 
Bi domdarî Ehmed bal kişand ser pîrozbaniyên 8'ê Adarê yên berê û yên dema heyî û wiha domand: “Li ser asta cîhanê ev roj hatibû jibîrkirin. Ji bo wê tu bone yan jî merasîm an jî xwepêşandan li dar nediketin. Lê li ser asta Sûriyeyê rewşeke cuda ye. Tevgera jinan a ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir, çalakî û plansaziya ku ji bo vê rojê daniye, ev roj veguherandin roja têkoşîna li hember kiryarên derqanûnî û bêhiqûqî yên li dijî jinan. Em dikarin bêjin ku ev roj ne tenê rojeke ji bo lidarxistina xwepêşandanan an jî şahiyan e lê belê roja zêdekirina hişyariyê, mezinkirina têkoşînê û daxwaza mafan e. Di vê çarçoveyê de li ser asta Sûriyeyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevgereke jinan heye. Anku her sal ji ya beriya wê cudatir e. Ew hêviya me heye ku hewldanên jinan dê di çend salên pêş de biencam bin. Ji bo wê, domdarî pêwîst e. ”
 
SERHILDANA ‘JIN, JIYAN, AZADÎ’
 
Têkildarî serhildana jinan a li rojhilatê Kurdistanê û Îranê ku bi dirûşma ''Jin, jiyan azadî'' dest pê kiriye jî Ehmed wiha got: “Ev dirûşm tenê herêmekê eleqedar nake lê belê ji bo hemû jinan e. Berzkirina vê dirûşmê li Îranê ji bo jinan pêvajoyeke girîng bû û li ser asta navneteweyî, cîhanî û herêmî xwedî bandorek bû.  Ev dirûşme ji bo jinan peyameke pir girîng da. Ev peyam jî banga mafê jiyanê ye, anku jiyana ku di kesayeta jinan de hatibû kuştin û di encama qanûnên baviksalarî de ku bi rêya destûrê yan jî kevneşopî û edetên li ser civakê ferz kiriye hatibû tunekirin. Her wiha vê dirûşmê ev peyam da ku jiyan mafê jinan e û jin zêdetirî nîvê civakê ne û nûnertiya civakê bi giştî dikin. Madem jin civak e, jiyan di kesayeta jinan de tê kuştin, ev tê wateya ku divê jin têbikoşe ji bo ku mafê jiyanê bi dest bixe. Civaka Îranê wêneyeke biçûk a civata navneteweyî bi tevahî ye. Dema jin daxwaza mafê jiyanê dike û ji bo wê bi rêya çalakî, hişyarî û rêxistinbûyîna xwe têbikoşe, ev tê wateya ku ev dirûşm dê li ser asta navneteweyî xwedî bandor be. Jin bi giştî tev li çalakiyên girîng bû ku girêdayî jiyana wan e.”
 
‘TÊKOŞÎNA JINAN A LI ROJAVA BÛ HEMÛ CÎHANÊ BÛ MODEL’
 
Ehmed bal kişand ser bandora têkoşîna jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser jinê Rojhilat û Îranê û ev nirxandin kir: “Li vê derê jin pêşengtiya şoreşeke demokratîk, şoreşa pêkanîna edalet û wekheviyê dikin. Ne tenê ji bo ku jin û mêr wek hev bin, lê belê divê edaleta di têgîna wekheviyê de hebe. Me di mijarên siyasî, civakî, çandî, aborî û parastinê hewl dan tevahî mafên xwe bi dest bixin, şoreşeke rasteqîn bi rêve bibin. Lê gelo ev şoreş gihaşt asta xwe ya rastîn! Teqez na. Ji ber ku hîna dozên girêk û zîhniyeteke desthilatdar hene ku dest daniye ser civakê. Li hemberî wê jî şoreş û têkoşîn berdewam in. Têkoşîna jinan bandor li ser asta herêmî jî kiriye. Di nav de qada Îranê heye ku tevgereke jinan dest pê kir ku têkoşîna li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bandor lê kir. Anku têkoşîna jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li seranserî cîhanê bûye modelek.”
 
BANGA JI BO JINAN
 
Ehmed, axaftina xwe wiha qedand: “Banga min ji bo hemû jinên Sûriyeyê ew e ku bi rola xwe ya rasteqîn rabin, pêşengiya siyasetê bikin. Dirûşma ‘Jin jiyan azadî', dirûşmeke felsefîk a xwedî wateyeke kûr e. Birêxistinkirina jinan di çarçoveya vê dirûşmê de gelek girîng e. Divê jin rola xwe di sazkirina planên pêşerojê de bilîzin. Pêwîstiya vê jî bi hevgirtin û yekirina jinan û civakê heye. Hezkirina jinan ji hev re û piştgiriya ku didin hev ji bo xabeteke sazûmanî û rêxistinî ya di navbera jinan de gaveke gelek girîng e, ji ber ku erka jinan e ku Sûriyeyê ji karesata xilas bike.”