‘Dê jin jiyana di bin kavilan de mayî jinûve ava bikin’

  • jin
  • 12:02 5 Adar 2023
  • |
img
MEREŞ - Jinên ji bo piştevaniyê bi dilxwazî hatin Elbistanê diyar kirin ku jinên li herêmên erdhejê 8’ê Adarê bi xemgînî pêşwazî dikin lê dê jiyana di bin kavilan de mayî jinûve ava bikin û birêxistin bikin. 
 
Di erdhejên Mereşê de zirareke mezin gihişt jinan. Ji roja ewil a erdhejê heta niha nikarin pêdiviyên xwe yên alavên hîjyenê pêşwazî bikin û bi gelek nexweşiyên cuda re rû bi rû dimînin. Ji rojên destpêkê ve gelek jinan bi mebesta piştevaniyê berê xwe dan herêmên erdhejê û bi dilxwazî dixebitin. Jinên ji bo piştevaniyê hatin, 8’ê Adarê di bin konên vegirtin de pêşwazî dikin. Jinên dilxwaz, ji gundan heta tax, mal û konan, li her deverê bi jinan re tên ba hev. 
 
‘DEMA ME HEMBÊZ DIKIN DIKEVIN FERQA ÊŞA XWE’ 
 
Piştevaniya jinên dilxwaz ên li Elbistanê ya bi jinên bûne mexdûrên erdhejê re didome. Li konê jinan ê Riza Şehrî ku bo piştevaniyê hatiye avakirin gelek amûrên weke ped, şampuan, şe, makîneya şe, bincil û pêdiviyên zarokan hatin bicihkirin. Jinên dilxwaz li vê derê hatin ba hev û 8’ê Adarê pêşwazî dikin. Endama Meclisa Partiyê (PM) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sîdar Karaçelîk jî yek ji wan jinên dilxwaz e. Karaçelîk, da zanîn ku ji kêliyên ewil ên erdhejê heta niha dixebitin û wiha got: “Jin, niha di dema şîngirtinê de ne. Bandorên piştî şokê, hîn bêhtir jidil in û hestiyar in. Em bûn şahidê vê. Jinên ku me li gundan dîtin bêhtir şermînok in. Dema em gavekî ber bi jinan ve diavêjin, ew deh gavan ber bi me ve diavêjin. Çawa ku me hembêz dikin, dest bi girî dikin. Dema me hembêz dikin dikevin ferqa êşa xwe. Van kesan êşên giran jiyan, xizmên xwe, malên xwe winda kirin. Lewma çûna me bêhtir wan hestiyar dike.” 
 
 
‘DÊ PIŞTEVANIYA ME BIDOME’
 
Karaçelîk, diyar kir ku jinên li herêmên erdhejê her tim gavek paşde dimînin û ev tişt anî ziman: “Nikarin pêdiviyên xwe yên bingehîn ji zilaman re bibêjin. Hêj niha jî dema dixwazin, şerm dikin. Weke mînak; ji ewil li jinekî digerin û heke nedîtin jî wê pêdiviya xwe ya lezgîn bi cih nayîni. Pir girîng e ku li vir jin bi destê wan bigirin, bibin şirîkên dinyaya wan û wan hembêz bikin. Heta dema em pê re diaxivin jî digirîn, me hembê dikin. Lewma em pir hesas nêzî jinan dibin. Jinên di konên AFAD’ê de dimînin nikarin derkevin derve. Em baş dizanin ku trajediyên herî mezin li pişt wan konan tên jiyîn.  Lewma jî em ê biçin serdana konan. Me di serdanên xwe yên li gundan de dît ku hinek jinên hêj nekarîn êşa xwe jî bijîn hene. Em ê biçin wan gundan, bi wan re sihbet bikin û çalakiyan ku bo wan baş bê bikin. Em ê di vê 8’ê Adarê de bi jinan re şînê bigirin. Dê piştevaniya me bidome.” 
 
 
‘WAN BI TENÊ NEHÊLIN’ 
 
Bi domdarî Karaçelîk got ku dê 8’ê Adara îsal bi xemgînî derbas bibe û ev tişt anî ziman: “Em dikarin bibêjin ku dê di vê 8’ê Adarê de jî jin birînên xwe bipêçin. Divê jin; jinên li vê derê, êşên wan, zehmetiyên ku dikişînin bi tenê nehêlin.” 
 
 
‘NEWEKHEVIYÊN LI DIJÎ JINAN ZÊDE DIBIN’ 
 
Ji jinên dilxwaz Denîz Mîne Ozturk jî destnîşan kir ku pêdiviyên jinên li herêmên erdhejê cuda dibin û wiha got: “Pirsgirêkên avadaniyên malbatê bandorê li herêmên erdhejê dikin û ev yek newekheviya li dijî jinan zêde dikin. Jin xwe neçar hîs dikin ku li zarokan binêrin, li xwe binêrin, berpirsyartiya malbatê ragirin. Ev yek jî barê wan girantir dike. Li gel alîkariyên madî, her wiha pêdiviya wan bi piştgiriya manewî, axaftin, sihbetê jî heye. Em jî hewl didin van pêdiviyan pêşwazî bikin.” 
 
 
GIRÎNGIYA JINÊN DILXWAZ 
 
Ozturk, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dema mêr alîkariyan dişînin an jî belav dikin, bi çavê zilaman belav dikin û pêdiviyên jinan fêm nakin. Jin jî ji ber kodên çandî bi rehetî nikarin xwe baş îfade bikin.  Lê dema jinên dilxwaz dibînin, pêdiviyên xwe bi dilrehetî dibêjin. Lewma jinên dilxwaz ên li herêmê girîng in. Girîng e ku em di 8’ê Adarê de li herêma Elbistanê bin. 8’ê Adareke xemgîn e lê jinên li vê derê hewl didin jiyana xwe ya di bin kavilan de ma ye dîsa ava bikin û birêxistin bikin. Lewma 8’ê Adara li vê derê girîng e. Ez gelek bi kelecan im. Em ê hewl bidin jê re bibin alîkar ku jiyana xwe jinûve ava bikin û birêxistin bikin.”
 
MA / Yusra Batihan