Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi navê ‘Jin’ derket

  • jin
  • 13:16 5 Adar 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê êdî heftane bi navê “Jin” digihije ber destê xwînerên xwe. Hejmara ewil a kovarê bi manşeta “Hevgirtina dide jiyîn, serhildana birêxistinkirî diguherîne” derket. 
 
Pêveka Jinê ya Rojnameya Yenî Yaşamê ku 15 rojan carekê derdiket piştî du mehan wê êdî her hefte bi navê 'Jin' derkeve. Hejmara nû ya kovarê bi manşeta “Hevgirtina dide jiyîn, serhildana birêxistinkirî diguherîne” derket. 
 
Di nivîsên xwe de jinan bal kişandin ser 8'ê Adarê, erdhejê û piştevaniya jinê. Her wiha jinan bal kişandin ser keda jinê. 
 
Serenavên di hejmara nû de cih digirin wiha ne:
 
Rihê 8'ê Adarê her tim di rihê keda jinê de veşartiye / Ezgi Sıla Demir
 
Rêyek ji nekropolisê heta utopyayê hîn heye gelo? Fatma Koçak
 
Serhildana li dijî patriyarka, kapitalizm, îslama siyasî, faşîzmê: 8'ê Adarê Roja Jinên Enternasyonal / Hulya Osmanagaoglu
 
Di 8'ê Adarê şîn û hêrs di nav hevdu de ne: Jin ji bo derve bang dikin/Gotubêj-Nesli Şahiner
 
Jinên kurd: Pêşengên têkoşînê yên li dijî rejîma Îranê/Werger-Ekîba Jin