Jinên TÎP’î ber bi Hatayê ve ketin rê

  • jin
  • 15:31 5 Adar 2023
  • |
img
EDENE - Jinên TÎP’î piştî daxuyaniya 8’ê Adarê, bi mebesta piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re ber bi Hatayê ve ketin rê. 
 
Jin, 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ya îsal ji ber erdhejên navend Mereşê, di çarçoveya “Piştevaniyê” de pêşwazî dikin. 
 
Jinên ji Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) ya Edeneyê, li Parka Heyekelliyê daxuyanniyek dan û piştre jî ji bo piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re, ber bi Hatayê ketin rê. Gelek jin tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de parêzer Umay Buyukdag axivî û wiha got: “Em ê bi hev re ji bin kavilên Qesr bûye sedem derkevin. Di 8’ê Adarê de êşa me jî hêrsa me jî pir mezin e. Heke ‘karesata sedsalê’ hûn bin, piştevaniya sedsalê jî dibin em. Bila 8’ê Adarê bibe ragihandina roja têkçûna kesên ‘karesata sedsalê’ bi me dane jiyîn.” 
 
Piştî daxuyaniyê jî jin ber bi Hatayê ve ketin rê.