TAJÊ: Em ê li dijî êrişan têkoşîna xwe mezintir bikin

  • jin
  • 15:41 5 Adar 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - TAJÊ’yê da zanîn ku ew 8’ê Adarê di bin êrişan de pêşwazî dikin û wiha got: “Em ê li dijî êrişan, rêxistiniya jinan û berxwedanê mezintir bikin.” 
 
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) têkildarî 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de TAJÊ bal kişand ser rola 8’ê Adarê ya di têkoşîna azadiyê ya jinan de û diyar kir ku bi saya destkeftiyên têkoşîna jinan, îro li her çar parçeyên cîhanê bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” ber bi şoreşa jinê ve dimeşin. 
Daxuyaniya TAJÊ wiha ye: “Roja 8’ê Adarê di têkoşîna azadiya jinan de ya cîhanê rojeke girîng e. Ji bo afirandina wekheviya jin û mêr, ji bo daîmîkirina têkoşîna jinê, rojeke girîng a berxwedanê ye.  Di têkoşîna azadiya jinê de bi ked û berdêlên mezin destkeftî hatin bidestxistin.  Bi destketiyên têkoşîna jinê re, îro li çar aliyê cîhanê jin bi dirûşma 'jin jiyan azadî' li dijî pergala dewleta mêr ber bi şoreşa jinê ve dimeşin û bingehê jiyana xwe ya azad ava dikin. Ji ber ku pergala dewletê ya mêr li pêşberî têkoşîna azadiya jinê bêçare ye, li her qadên jiyanê êrişên xwe zêde dike û di şexsê jinê de êrişî hemû civakê dike.
 
AKP-MHP JI BO VEŞARTINA TÊKÇÛNA XWE ÊRIŞÎ ME DIKIN 
 
Em îsal 8’ê Adarê di demeke welê de pêşwazî dikin ku êrişên faşîzma AKP-MHP’ê û hevkarê wê PDK’ê li ser Şengalê zêde bûne. Temsîlê pergala dewleta mêr a AKP-MHP’ê, êrişên xwe yên li dijî gel, jin û baweriyên ku têkoşîna azadiyê dimeşînin, ji bo veşartina têkçûna li pêşberî têkoşîna azadiyê û astengkirina wê didomîne. Dixwaze bi van êrişan berxwedana me bişkîne.
 
ÊM Ê BERXWEDANÊ MEZINTIR BIKIN
 
Em weke Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJE) êrişên li ser Şengalê weke êrişeke li dijî nasnameya jina azad û berxwedana jinê dinirxînin. Bi wesîleya 8’ê Adarê ji bo pûçkirina van êrişan em ê berxwedan û rêxistinbûna jinan hîn mezintir bikin. Ji bo azadiya jinên di destê DAIŞ'ê de dîl hatine girtin em ê her cure têkoşînê bidin meşandin. Em ê heta pêkanîna Şengala azad û xweser bênavber têbikoşin.
 
Di çarçoveya pêngava ‘Bi jin jiyan azadî re ber bi şoreşa jinê’ ya ji aliyê KJK’ê ve hat ragihandin de, em ê têkoşîna xwe ya li dijî polîtîkayên jinan, qirkirin û êrişên dagirkeriyê bidomînin. Em wek TAJÊ 8 Adarê di serî de li Rêber Apo, şehîdên qehreman û li tevahî jinên cîhanê pîroz dikin.
 
Di vê çarçoveyê de wê çalakiyên me yên 8’ê Adarê bi dirûşma ‘Bi jin jiyan azadî re ber bi şoreşa jinê’, semîner, civîn, sînevîzyon û nîşandana belgefîlma Hêza bên lidarxistin. Dîsa ji bo bilindkirina berxwedana jinan û şermezarkirina êrişên li ser Şengalê em ê di 8’ê Adarê de meşekê girseyî li dar bixin."