Jinên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dayîn hatin bibîranîn

  • jin
  • 16:55 5 Adar 2023
  • |
img
WAN - MEBYA-DER û TJA di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de çûn serdana gorên jinên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane û bi bîr anîn. 
 
Komeleya Yekitî Çand Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin re (MEBYA-DER) û Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de çûn serdana gorên jinên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dayîn ên li Goristana Taxa Nû ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê.  Di serdanê jinan deqeyek rêz girt û dirûşma “Şehîd namirin” berz kirin. 
 
Piştre jî jinan qurnefîl danîn ser goran. Hevseroka MEBYA-DER’ê Hanim Kaya di bîranînê de axivî û wiha got: “Em li vê derê di hizûra hemû şehîdên şoreşê de dîsa 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz dikin û soza xwe ya bo hemû şoreşgeran dîsa dubare dikin. Em soz didin ku ji bo azadiya Kurdistanê em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî têbikoşin.” 
 
Kaya, axaftina xwe bi dirûşma “Jin jiyan azadî” bi dawî kir.