Jinên êzidî bi felsefeya 'jin, jiyan, azadî'yê vedigerin hêza xwe ya xweser

  • jin
  • 09:03 7 Adar 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Rojbîn Denîzê diyar kir ku jinên êzidî li Şengalê li dijî hemû polîtîkayên qirêj û êrişan xwe li dor jiyana nû ya Şengalê birêxistin dikin û wiha got: “Jinên êzidî tenêtiya xwe şikandin û vê serkeftin wan ku bi hêza xwe bi dest xistin, li ser bingeha felsefeya 'Jin jiyan azadî'yê pêş ket." Denîzê destnîşan kir ku jinên êzidî êdî di guherandina çarenûsa Şengalê de xwedî gotin in. 
 
Êzidiyên ku di dîrokê de 73 caran rastî qirkirinê hatin, di 3’yê Tebaxa 2014’an de bi êrişa DAIŞ’ê ya li ser Şengalê re rû bi rû man û bi hezaran ji wan hatin qetilkirin û revandin. Bi hezaran jin û zarokên êzidî dîl hatibûn girtin û hin ji wan li bazaran hatibûn "firotin". 4 hezar jin û keçn êzidî yên li Mûsil û Reqayê li "bazrên koleyan" hatibûn firotin hatin rizgarkirin. Lê aqûbeta nêzî 3 hezar jin û zarokên êzidî hê jî nediyar e. Her wiha gelek jê jî bi darê zorê hatin koçberkirin. Jinên ji destê DAIŞ'ê hatin rizgarkirin, vegera wan a Şengalê hat astengkirin û li kampên di bin kontrola PDK'ê de hatin bicihkirin. Li dijî van hemû êrîşan jî jinên êzidî yên li Şengalê xwe bi rêxistin kirin û bi vê rêxistinkirinê re bi dehan meclisên jinan ava kirin. 
 
Jinên êzidî di bin banê Tevgera Jinên Azad (TAJÊ) de di qada leşkerî, perwerde, dîplomasî û tenduristiyê de xwe bi rêxistin dikin û xwe jinûve diafirînin. Rojnameger Rojbîn Denîz ku geşedanên li herêmê ji nêz ve dişopîne, li ser rêxistinbûna jinên êzidî yên li Şengalê, polîtîkayên PDK’ê yên li ser jinên êzidî û têkoşîna li dijî van êrîşan ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxandin. 
 
'ÊZDATÎ YA KU JIN Û JIYANÊ PÊ RE DIKE YEKE'
 
Rojnameger Denîzê diyar kir ku têkiliya jinan a bi êzidatiyê re ji dîrokê heta roja îro berdewam e û wiha axivî: "Êzidatiyê ji dîrokê heta niha xwe ji civaka xwezayî ya bêhempa hilberandiye û bi kokên xwe maye û heta roja me ya îro hatiye. Di rastiyê de, ev baweriyek e ku çanda xwedawenda jinê diparêze. Di rastiyê de, baweriya êzidatiyê baweriyeke ku bi jinê ve girêdayîye. Ev baweriyeke ku bi jinê ve pir girêdayîye û bi jinê re têkiliyeke kûr ava kiriye. Ev bawerî xwe bi jinê re dike yek û bi jinê re xwe îfade dike. Êzidatî, 'Jin û Jiyan'ê dike yek. Helbet di pêvajoyên paşerojê de 'azadî' li vê hat zêdekirin. Di rastiyê de cihê ku jin û jiyan digihêje hev, li wir azadî an jî dîtina hebûn û xwebûnê heye. Ji aliyê felsefî, exlaqî, siyasî ve pir kûr e. Pêkhatina civaka cewherî û mezinbûna aliyên exlaqî û polîtîk ên civakê, pişt re bi îradeya xweser a jinê, hêza jinê ya xweser û rengê jinê pêş dikeve.”
 
'NASNAMEYA WAN A RASTEQÎN DAN JIBÎRKIRIN'
 
Bi domdarî Denîz anî ziman ku herî zêde jin ji êrişên li ser baweriya êzidatiyê bandor dibin û wiha got: “Ji ber ku fermanên li êzidatiyê, bandorê li tevahiya civaka êzidatiyê  dike, li ser baweriya êzdiyan jî ev rewş herî zêde bandorê li jinan dike. Baweriya civakê, hebûna wê ya felsefî guheriye. Dibe ku di warê çandî de heman tişt hebe, di warê ziman de heman tişt hebe, di warê ruh û hestan de heman tişt bê jiyîn, lê di warê bawerî û hebûnî de heman tişt nîn e û nehiştine. Ev rastiyeke heyî ye. Jin niha bi nasnameya xwe ya rast re najîn. An jî di rêya dimeşin de, di kûrahiya demê de nasnameya xwe ya rastîn winda kirine. An jî ev nasnameya jinan bi wan hatiye jibîrkirin. Beriya fermanê û piştî fermanê ev rewşa jinên êzidî wiha bû.”
 
'PDK EW DI MALÊ DE HEPS KIRIN'
 
Di berdewamê de Denîz diyar kir ku piştî PDK hatiye Şengalê êrişên li ser baweriya êzidatiyê gihîştin asta herî jor û wiha pê de çû: "Bi taybetî piştî sala 2003’yan ev rewş hinekî din kûrtir û gurtir bûye. Pêvajoya ku em behsa wê dikin hatina PDK'ê ya Şengalê ye. Belê, PDK berê di salên 70’yî de hatibû Şengalê û heta demekê  li çiyê mabû. Lê piştî sala 2003’yan, di heyama 10-11 salan de, pêşmergeyan bi hişmendiya PDK’ê li Şengalê dest bi desthilatdariyê kir. Ev ji bo civaka êzidî rewşeke nû bû. Helbet berê hebû. Zextên rejîma Baasê hebûn, zextên îngilîzan jî hebûn. Bi taybetî li hemberî jinan polîtîkayeke wan hebû. Dîsa berê jî qirkirinek hebû. Jin, bi vê qirkirinê re rû bi rû man. Di giyan, hest û ramanên xwe de jiyîn. Di koka xwe de, di dîroka xwe de dijîn. Piştî sala 2003’yan polîtîkaya PDK’ê ya li hemberî civaka êzidî gelek trajîktir û rûreştir bû. Û îradeya jinan nehat naskirin. PDK’ê jinên êzidî yên ku di malên xwe de asê mabûn hepskirin. Wê bi modela jineke ku rûyê wê girtî û cil û bergên wê hemû bedena wê veşartiye, dengê wê, bêhna xwe girtiye, rengê wê bi ti awayî li derve nayê çêkirin.”
 
'PIŞTÎ FERMANÊ POLÎTÎKAYÊN WAN RENG GUHERANDIN'
 
Rojnameger Denîz anî ziman ku jinan bi xweseriya Şengalê re li dijî siyaseta PDK'ê pêşengiya jiyaneke nû kirine û wiha dewam kir: “Piştî fermanê ji bo jinên êzidî rizgarbûn hinekî zehmet bû. Ger em polîtîkayên piştî fermanê li Şengalê hatin meşandin binirxînin, piştî fermanê careke din ji bo ku bijîn, têkoşîneke mezin hat dayîn. Beriya her tiştî hêza xwe ya parastinê ava kirin. Ev bi rastî jî bi felsefeya apoîzmê pêk hat. Jinên êzidî ji zû de girêdana xwe bi vê yekê re ava kirin. Ji ber ku ev felsefe rastiya wan a heyî bû. Ev ji bo jinên êzidî gelekî girîng bû. Di pêvajoyê de ku piştî wê pêş ket, polîtîkayên  PDK'ê û Iraqê yên li hemberî jinên êzidî qet neguherî. Bi rastî jî vê siyasetê piştî fermanê rengê xwe û rêbaza xwe guherand û hovtir bû.”
 
JINÊN ÊZIDÎ XWE BIRÊXISTIN KIRIN
 
Denîz diyar kir ku piştî fermanê jinên êzidî li dora TAJÊ xwe birêxistin kirine û meclisên xwe ava kirine û wiha qala dirêjî da axaftina xwe: "Piştî fermanê rêxistinbûna jinên êzidî pêş ket. Pêşî li Serdeştê meclesek ji aliyê jinên êzidî yên ku li çiyayên Şengalê diman hat avakirin. Pêşî weke mecliseke biçûk xwe birêxistin kir, piştre veguherî tevgera jinê û xwe weke Tevgera Jinên Êzidî (TAJÊ) bi rêxistin kir. Piştre li hemû qadên niştecihbûnê meclîsên jinan hatin avakirin. Piştî ku gel piştî fermanê vegeriya Şengalê, giranî da xebatên rêxistinkirinê. Êzidiyan xwe bi tenê hîs dikirin. Wisa difikirîn ku siyaseta cîhanê li ser windakirina êzidiyan hatiye avakirin. Ji bo ku hebûna xwe bidomîninin, bi hev re xwe birêxistinkirin, di mekanîzmayên parastinê de cih girtin û xwe perwerde kirin. Bi piranî jinan di vê mijarê de xwe li hev girtin. Dikarim bibêjim ku Şengal bi yekîtî û rêxistinbûna jinan ji nû ve ava bû. 9 meclisên jinan hatin avakirin. Her wiha Weqfa Jinan hat avakirin. Ji ber ku bi hezaran jinên êzidî dîl ketin destê DAIŞ’ê. Jinên ku sax man hebûn. Jinên êzidî yên ji operasyonên li derdora Reqa, Takka û Mûsilê rizgar bûn hebûn. Diviyabû ku ev li cihekî bihatina komkirin û li ser vê pêwîstiyê ev weqf hat avakirin.”
 
'BI PERGALA XWESERIYÊ GAVÊN WÊREKTIR DIAVÊJIN'
 
Bi domdarî Denîz anî ziman ku pirsgirêkên jinan ên li Şengalê bi meclisên jinan ê ku hatine avakirin tên çareserkirin û wiha pê de çû: "Bi pirsgirêkên di warê zayendî re rû bi rû dimîmînin. Zewaca di temenekeî biçûk de heye, qetilkirina jinan zêde dibe. Ez dikarim bibêjim ku têkoşîna rêxistinbûyîna jinê û hêza îradeyê li hemberî van pirsgirêkan têkoşîneke hevpar pêş xistiye. Di nava meclisan de nêzîkatiyeke ku bi pirsgirêkan re mijûl dibe, çareseriyan hildiberîne û civakê di nav xwe de dihewîne pêş ketiye. Gelek pirsgirêk bi rêya meclisan tên çareserkirin. Dema ku çareser bibe, di civakê de ronîkirina wê ya şênber jî çêdibe. Ji ber vê yekê pirsgirêka ku her jinek pê re rû bi rû maye ji aliyê meclisan ve tê nirxandin û jin pirsgirêkên xwe tînin meclisê û piştre jî ev tên çareserkirin. Jin êdî xwe weke rengê sereke yê civakê dibîne. Sîstema Xweseriya Demokratîk a Şengalê di xêzkirina jiyana jinan de avantajên mezin dide der. Jin ji bo li ser vê pergalê bijîn gavên wêrektir diavêjin. Niha jî jinên êzidî, di di biryarên di warê çarenûsa Şengalê de cih digirin. "
 
'DI KAMPAN DE QIRKIRINA JINÊN ÊZIDÎ'
 
Denîz bal kişand ser jinên ku di kampan de bi piştgiriya welatên Ewropayê ber bi welatên cuda ve tên şandin û wiha dom kir: "Li Şengalê bi pêşengiya jinan pêşeroj tê xêzkirin. Lê li kampan rewş berevajî vê ye. Rewşa li kampan weke rewşa jinan a beriya fermanê ye. Pêkanînên ku jinan paşguh dikin, wan nas nakin û li ser bedena jinê siyasetê dikin hene. Li kampan jinên êzidî rastî qirkirinê tên.  Ev qirkirin li van kampan didome. Li van kampan her roj xwekuştin, komkujî, revandin, destavêtina li jinê pêk tê. Her cureyê êrîşan li ser jinan heye. Pêşengiya vê jî PDK dike. Revandina jinên êzidî ne tiştekî nû ye. Dema malbat dixwazin dengê wan bê bihîstin rewşeke wiha derdikeve holê. Bi sedan rewşên bi vî rengî hene. Lê belê siyaseta PDK'ê ya ku vê yekê vedişêre, gefan dixwe û malbatan ditirsîne. Mixabin vê rastiyê jî vedişêre. Siyaseta li van kampan tê meşandin herî zêde jinên êzidî diêşîne. Mixabin jinên ku ji fermanê rizgar bûne li wan kampan ji nû ve bi fermanê re rû bi rû dimînin. Bi alîkarî û piştgiriya weqfa jinan jinên ku tên rizgarkirin li ber xwe didin. Ew piştgiriya psîkolojîk peyda dikin da ku travmaya ku li wan peyda bûye derbas bikin. Lê gelek jin vegeriyan kampan. Ji ber ku malbatên wan li wir in. Çûn cem malbata xwe. Ji qiyameta DAIŞ’ê rizgar dibinî lê rastî qiyemeta PDK’ê tên."
 
Herî dawî jî Denîz ev tişt anî ziman: "PDK ji bo jin venegerin Şengalê siyasetek3 pir tenik dimeşîne. Jin tên çewisandin, malbat tên tirsandin, tirsa êrîşên Tirkiyeyê li ser wan heye.  Ji ber êrîşên Tirkiyê  rê li vegera wan tê girtin. Her wiha polîtîkaya koçberiyê jî heye. Neçe Şengale biçe ku serbest e. Rê û rêbazê çûyinê nîşan didin. Gelek welatên Ewropayê jî hevkarên PDK'ê ne. Almanya û Rûsya di rêza yekem de ne. Jinên özidî yên ji destê DAIŞ'ê hatin rizgarkirin ji aliyê PDK'ê ve ber bı Ewropayê ve tön şandın. Di çîroka jinên rizgarkirî de hevkarên sereke yên li pişt DAIŞ’ê derdikevin holê. Di nav van aktoran de DYA, Tirkiye, PDK, belkî jî gelek welatên ereb hene. Dema ku ev hatin eşkerekirin, lêkolînkirina pergala van welatan derdikeve holê. Ji bo ev yek neyê eşkerekirin, van jinan direvînin û wan dibin welatên Ewropayê. “
 
MA / Zeynep Dûrgût