Jinên hatayî: Em giya jî bixwin, em ji vir naçin

  • jin
  • 09:14 7 Adar 2023
  • |
img
HATAY - Jinên hatayî, diyar kirin ku koçberî li wan tê ferzkirin û wiha got: "Dixwazî bila dewlet mêze bike dixwazî bile mêze neke, ger bivê em ê giya bixwin, lê em ji vir naçin." 
 
Hê jî pirsgirêkên hêwirandin, xwarin, paqijî û hwd. ên mexdûrên erdhejê yên Hatayê didomin. Jinên hatayî destnîşan kirin ku çi dibe bila bibe dê dest ji bajarên xwe bernedin. Jinên li taxên Toygarli û Maşûkiyeyê yên navçeya Defne ya Hatayê dimînin, ji ber ku xaniyên wan xesar dîtine di konan de dimînin. Li konên ku zêdetirî 10 kes li wan dimînin, şert û mercên jiyanê zehmet in. Jinan doza amûrên paqijiyê û avê kirin. 
 
'EZ Ê LI VIR BIMIRIM, LÊ NAÇIM'
 
Cîda Taktûk a li Taxa Maşûkiyeyê, ji ber ku gelek xizmên wê jiyana xwe ji dest dane, bi zorê karibû biaxive. Taktûk diyar kir ku ji ber erdhejê jiyana wan guheriye, hejmara pitikan û nexweşan zêde ye û bal kişand ser nexweşînan. Taktûk wiha axivî: "Em raketîbûn, ji nişkave wekî bombe hatibe avaêtin em hejiyan. Sobe, televîzyon her tişt ketin xwarê. Nigê bûka me şikiya. Nexweşbûn, em bi zorê derketin. Rojên ewil dewlet nehat. Dewletine din hatin. Kon dan me. Niha em 7 kes di konekî de dimînin." 
 
Taktûkê bal kişand ser koçberiya ku bi şert û mercên jiyanê li wan tê ferzkirin û wiha bertek nîşan da: "Dixwazî bila dewlet mêze bike dixwazî bile mêze neke, ger bivê em ê giya bixwin, lê em ji vir naçin." 
 
Nûrsel Sumer a li Taxa Toygarliyê jî tevî 12 kesan di konekî de dimîne. Sumerê got: "Gava erdheja ewil çêbû, em li malê bûn. Em bi bazdan çûn li wesayîtan siwar bûn. Û em 3-4 rojan di wesayîtan de man. Ewilî me nikaribû kon çêbike, konên me tune bûn. Em 4-5 rojan li vir man, lê kes nehat vir. Paşê dilxwazek hat konek da me. Kon hat, lê kêm hatin. Em hemû di konekî de dimînin. Em 12 kes di heman konî de dimînin. Ava me tune ye, ava depoya me jî hindik maye. Hema bibêje mehek qediya, heya niha me du caran serê xwe şûştiye. Em li derve avê di quşxaneyan de germ dikin. Bawer bikin pri zehmet e. Niha herî zêde pêdiviya me bi paqijiyê heye. Çimkî êdî hêdî hêdî mêşlok çêdibin. Spî zêde dibin. Lawabaoya me tune ye. Jiyaneke me ya cuda hebû. Gava em şiyar bûn ne xaniyê me ne jî tiştekî me yê din ma. Gava mirov şiyar dibe û dibîne xaniyê mirov tune ye, hestekî pir xirab li mirov peyde dibe." 
 
Sumerê destnîşan kir ku gelek lçêas hene û got ku lê çi dibe bila bibe em naxwazin ji vir biçin. 
 
MA / Eylem Akdag