Ji bo jiyaneke azadîxwaziya jinê û ekolojîk dixebitin

  • jin
  • 10:53 7 Adar 2023
  • |
img
HATAY - Yek ji jina TJA’yî Fîgen Ovat ku roja ewil a erdhejê hate qadê, têkildarî tora ku li Hatayê avakirin wiha got: “Piştevanî hem mînaka jiyaneke ekolojîk hem jî ya azadîxwaziya jinê nîşanî me dide.”
 
Jinên ku ji bo birînên mexdûrên erdhejê bipêçin roja ewil gihiştin qadan, dest bi danîna hîmên jiyana nû kirin. Li Hataya ku bandora erhdejê bi awayekî herî hilweşîner tê hîskirin, ligel astengiyan jî li herêmên ku Parka Sevgî û Sabrî Emlak lê ne tora piştevaniyê tê avakirin. Di van toran de Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li qadên xwe ji bo jin û zarokan bi kedeke mezin dixebitin. 
 
HIN CILAN BELAV DIKIN HIN KES JÎ PIŞTGIRIYA PSÎKOLOJÎK DIDE
 
Jinên ku bi hilhatina rojê re dest bi kar dikin, li qadên komunê ku bi xwe avakirine piştî taştê dixwin û derdorê paqij dikin ji bo jinên mexdûrên erdhejê ne dest bi kar dikin. Hinek cilan belav dikin, hinek xwarinê çêdikin, hinek bi zarokan re lîstikan dilîzin û hinek jî weke psîkolojîk piştgiriyê didin. Jinên ku nobeta şevê jî digirin, li dora agirê ku pêxistine li ser hîmên ku jiyana nû wê çawa bê ava kirin nîqaşan dikin. 
 
Jin heta derengî şevê him ji bo gundan him jî ji bo qadên komunan malzemeyên paqijiyê him jî pêdiviyên bingehin paket dikin. Jinên bi hilhatina rojê dest her roj ber bi gundên cuda ve dikevin rê, pêdiviyên hemzeyandên xwe bi cih tînin. Jin hin caran bi hev re digirîn, hin caran xemgîn bin jî dikenin û didin kenandin. Gazinên mexdûrên erdhejê carnan di noxteyekê de digihin hev, hemû dibêjin kavilên dewletê xizmên wan dikuje û hemû jî di wê baweriyê de ne ku guhertin wê bi pêşengtiya jinê pêk were. 
 
‘ME PIR AVA KIR’ 
 
Aktîvîsta TJA’yê Fîgen Ovat ku yek ji bi sedan jinên ji serê sibê heta evarî kedê dide ye, têkildarî avakirina jiyana nû û jiyana cih de axivî. Ovat, da zanîn ku dema hatin qada erdhejê ji ber qadên wan ên aydê jinan nebûn ji bo vê bilez dest bi xebatan kirine û wiha got: “Jinan gelek şerm dikirin. Bi awayekî kolektîf ev qadên jinan me ava kirin. Hilweşîneke bê hempa heye li vir û êdî bajar veguheriyê bajarekî ku kes têde nemayî lê em bi jinên ku ji vir neçûyî re dikevin nava piştevaniyê. Bi erdhejê re gelek kesan koç kir lê jinên ku li vir mane qada xwe naterikînin jî hene. Ehm pêdiviyan bi cih tînin lê tenê bi vê jî namînin, em bi wan re eleqedar dibin. Piştevanî tenê bi cih anîna pêdiviyan nîne, moral dayîn, sohbet kirin jî parçeyekî piştevaniyê ye. Jinên ku tenê ji bo çayeke me vexwin û sohbet bikin tên cem me jî hene. Jin di qadên azad de xwe baştir tînin ziman. Em enerjiyeke baş ji hev digirin.”
 
‘JIYANA EKOLOJÎK Û AZADIXWAZIYA JINÊ’ 
 
Ovat, bi lêv kir ku weke her qadê li herêma erdhejê jî hêza jinan bi xwe derket holê û wiha berdewam kir: “Kirdeya herî girîng a avakirina vê qadê jin in . Em piştevaniya jinên herêmê jî dibînin. Ew jin jî piştevaniyê didin me. Jin xwarinên xwe yên malê tînin û bi me re parve dikin. Her wiha li vir jiyaneke hevpar çêbûye. Piştevanî hem mînaka jiyaneke ekolojîk hem jî ya azadîxwaziya jinê nîşanî me dide. Ji roja ku em hatin heta niha em li qada jiyana hevpar pereyan xerc nakin pêdivî bi piştevaniyê tên bi cih. Ji bo ku em vî bajarî ji nû ve ava bikin, bêyî ku destûr bidin ku avaniya demografîk biguhere em dixwazin li vir bi hevgiriya bi jinan re qadeke jiyanê ya hevpar a ekolojîk ava bikin.”
 
MA / Eylem Akdag