Jinan ji bo meşa 8’ê Adarê ya Êlihê bang kirin

  • jin
  • 11:52 7 Adar 2023
  • |
img
ÊLIH - Hevşaredara Hezoyê Nazîme Avci diyar kir ku di 8’ê Adara îsal de ruhê berxwedan û têkoşînê bi ruhê seferberiyê re bûye yek û wiha got: “Banga me ji bo her kesî ew e ku sibe tev li meşa 8’ê Adarê ya Êlihê bibin.” 
 
Ji ber erdhejên Mereşê, çalakî û xwepêşandanên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi rojeva “Piştevaniyê” tê pîrozkirin. Jin, li gelek bajaran amadekariyên meşa 8’ê Adarê dikin. Di vê çarçoveyê de dê dê di 8’ê Adarê de bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li bajarên Wan, Êlih, Sêrt, Şirnex û Mêrdînê meş bên lidarxistin. Jinên êlihî sibe saet di 13.00’an de li Parka Yilmaz Guney bên ba hev û bimeşin. Hevşaredara Hezoyê Nazîme Avci banga tevlibûna meşê kir. 
 
Avci, diyar kir ku di 8’ê Adara îsal de ruhê berxwedan û têkoşînê bi ruhê seferberiyê re bûye yek û wiha got: “Hêza avaker a jinan a li herêmên erdhejê, ji bo hemû cîhanê bû mînak. Weke TJA’yê em ji roja ewil a erdhejê heta niha bi ruhê piştevaniyê xebatan dimeşînin. Li dijî bandora hilweşîner a îktîdara AKP-MHP’ê, me jinûveavakirin afirand. Di bin konên me li gund û bajaran me ruhê piştevaniyê nîşan da. Me alîkarî da bi hezaran mexdûrên erdhejê yên hatine Êlihê. Ev piştevanî hêj didome. Em ê vî ruhê piştevaniyê bidin 8’ê Adar û Newroza îsal. Em jin dê ji her deverê bên ba hev û girîngiya têkoşînê vebêjin. Em ê sibe li Parka Yilmaz Guney bên ba hev. Banga me ji bo hemû jinan ew e ku tev li meşê bibin.” 
 
JI 8’Ê ADARÊ BER BI NEWROZÊ VE
 
Aktîvîsta TJA’yê Leyla Onuk jî destnîşan kir ku bi hezaran kesan ji ber hezkirina AKP-MHP’ê ya “betonê” jiyana xwe ji dest dane û wiha bi dawî kir: “Dewleta ku li herêmên erdhejê tune bû, berpirsyarê mirina bi hezaran kesa ye. Hêj niha jî di bin kavilan de cenaze hene. Ji roja ewil a erdhejê heta niha kesên dilxwazin piştevaniyê bi mexdûrên erdhejê re dikin. Dema ev dikir jî ruhê seferberiyê pêş ket. Ev ruhê piştevaniyê dê di 8’ê Adar û Newrozê de jî bidome. Jinan, hefteya 8’ê Adarê bi piştevaniyê derbas kirin. Pêdiviya mexdûrên erdhejê bi alîkariya madî û psîkolojîk heye. Xebatên bi vî rengî didomin. Divê em ruhê piştevaniyê derbasî qadên 8’ê Adarê bikin. Sibe li Êlihê meşa 8’ê Adarê heye. Jin dê bi vê meşa xwe hesabê ji îktîdarê bipirsin. Bi tevlibûneke xurt em ê hêza xwe nîşan bidin.”