Jin li dijî gazên jehrî daketin qadan

  • jin
  • 13:40 7 Adar 2023
  • |
img

WAN - Li rojhilatê Kurdistanê û Îranê gelek zarokên keç di encama êrişên gazên kîmyewî de hatin jehrîkirin. Jin li dijî van êrişan daketin qadan û bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” rejîm protesto kirin. 

 
Li rojhilatê Kurdistanê û Îranê li dijî dibistanên xwendekarên keç bi gazên kîmyewî êriş tên kirin. Li ser banga Meclisa Mamosteyên Zanîngehê, jin li dijî van êrişan daketin qadan. Jin li gelek deveran hatin ba hev û mêran jî piştgirî dan çalakiyê. 
 
Li bajarê Senendec ê rojhilatê Kurdistanê gelek kes li pêşiya Wezareta Perwerdeyê hatin ba hev û êrişên bi gazên kîmyewî yên li dijî zarokên keç şermezar kirin. Piştî ku girse gav bi gav mezin bû û dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz kirin, hêzên ewlekariyê yên rejîmê bi bombeyên gazê êriş kir. Girseyê dirûşm berz kirin û li kolanan belav bû û çalakiya xwe domand. Li gelek deverên cuda yên welêt jî jin daketin qadan û rejîm protesto kirin.
 
ÇI BÛBÛ? 
 
Ji 30’ê mijdarê heta niha li bajarên rojhilatê Kurdistanê û Îranê li dijî dibistanên xwendekarên keç bi gazên kîmyewî êriş tên kirin. Di encama van êrişan de 4 xwendekaran jiyana xwe ji dest dan. Heta niha li 33 bajaran ev eriş hatine kirin û têkildarî kiryaran heta niha tu daxuyanî nehatine dayîn.