‘Ji bo pêşîlêgirtina destdirêjiya li zarokan divê pergal ji serî heta binî bê guherandin'

  • jin
  • 09:01 8 Adar 2023
  • |
img
WAN - Parêzeran diyar kir ku di bin navê "zewacê" de zarok rastî destdirêjiyê tên nû gotin ku divê pergal ji serî heta binî bê guherandin. 
 
Li gorî daneyên fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFPA), li cîhanê ji 5 zarokan yek jê zewicandî ye û her sal 12 milyon zarokên keç tên zewicandin û ji mafên wekî perwerdehî, tenduristî û îstihdamê tên bêparkirin. Li gorî daneyên sala 2021'ê yên UNICEF'ê, di warê zewicandina zarokan de Tirkiye ji nav 202 welatan di rêza 87'an de ye. Li gorî daneyên Komeleya Pêşîgirtina Şidetê û Rehabîlîtasyonê, Tirkiya di warê zarokên di biniya 15 salan re tên zewicandin de li Ewropayê di rêze yekê de ye. Li gorî daneyên TUÎK'ê jî ku cihê nîqaşê ne, di sala 2021'ê de 7 hezar û 73 zarokên keç ên temenê wan di navbera 15-17 salan de zarok anîne dinyayê. 
 
Parêzera Komeleya Pêşî Zarok û Jin Nîlda Baltali, ji Baroya Wanê Medîne Tûrantaylak û parêzer Ezgî Koç mijara navborî nirxandin. 
 
‘DIVÊ EM PERGALÊ BIGUHERÎNIN'
 
Parêzer Baltaliyê destnîşan kir ku gelek peymanên navneteweyî û netewyeî yên ji bo zarokan hene û got: "Helbet ev peyman bi tena serê xwe nikarin pêşî li destdirêjiyê bigirin. Lê bi van peymanan re rewşa her zarokekê cidî esas tê girtin. Lewma girîng in. Lê mixabin hûn çi qas peymanan çêbikin jî, hûn nikarin bi temamî destdirêjiya li zarokan, karkeriya zarokan û binpêkirinên mafan ên zarokan ji holê rakin. Divê em pergalê ji serî heta binî biguherînin." 
 
Baltaliyê diyar kir ku zarok di bin navê "zewacê" de bi destdirêjiyê re rû bi rû dimînin û got: "Gava zarok behsa destdirêjiya li wan tê kirin dikin jî, em di pêkanîna wê de vê yekê bi rayedaran re nîqaş dikin. Li gelek deverên Tirkiyeyê gava behsa zarokan tê kirin, wekî hevjîna kesekî din tê kirin. Em dibin şahidê vê yekê." 
 
Baltaliyê bilêv kir ku ne sazî û ne jî rayedar li gor qanûnan tevnagerin û ev tişt gotin: "Wekî di Peymana Mafên Mirovan a Zarokan de hatiye diyarkirin divê zarok ne wekî heyînên tebatî (pasîf), divê em wan wekî kirdeyên hiqûqê qebûl bikin. Lê mixabin li Tirkiyeyê ev xal di wateya xwe de esas nayên girtin û mekanîzmayên heyî nayên xebitandin." 
 
HEVKARIYA DEWLETÊ Û TERÎQATAN
 
Ji Baroya Wanê Medîne Tûrantaylakê jî diyar kir ku destdirêjiya li zarokan tenê di bin navê zewacê de nayê kirin, li wargehên terîqatan jî tê kirin û gelek detsdirêjî û destavêtinên li terîqatan bibîr bibîr xist. Tûrantaylak wiha axivî: "Demek berê xwendekarekî ji ber zextên li wargehên terîqatê xwe kuşt. Li Aldagê jî wargehek şewitî. Me li Weqfa Ensarê dît gelek zarok rastî destdirêjiyê hatin. Dewlet berpirsiyariya dikeve ser milê xwe bi cih nayne. Hem terîqat nayên kontrolkirin, hem jî ev terîqat li hin qadên dewletê dixebitin. Dewlet di hin waran de bi wan re hevkariyê dike. Sedema biryara veşarî ya di dosyeyên bi vî rengî de ev e. Pirsgirêk tenê ne kesên wekî bersûc di dosyeyan de cih digirin, divê hemû terîqat bên kontrolkirin û tew divê bên girtin. Ev terîqat hêzê ji dewletê digirin." 
 
Tûrantyalakê bilêv kir ku saziyên dewletê divê polîtîkayên ji bo parastina zarokan bi pêş bixin û got: "Dewlet mecbûr e terîqat û cemaetan kontrol bike. Li van wargehan zarok rastî çi tên, rastî şideteke çawa tên divê van tiştan vekole. Heya ku mekanîzmayên venihêrandinê neyên şixulandin, bi awayekî topyekûn parastina zarokan ne pêkan e. Berpirsiyarî ya dewletê ye; divê vekole ku li van deran çi tê kirin û van deran bigire." 
 
‘BERPIRSIYARÎ YA DEWLETÊ YE'
 
Parêzer Ezgî Koç jî bal kişand ser zarokên ku piştî erdhejê dê û bavên wan jiyana xwe ji dest dane û got ku parastina van zarokan berpirsiyariya dewletê ye. Koçê pêvajoya der barê parastina van zarokan bi awayekî zelal nayê birêvebirin û got: "Piştî erdhejê li hin terîqatan bicihkirina van zarokan nîşan dide ku wezaret berpirsiyariya dikeve ser milê wê pêk nayne. Zarokên ku li pergaleke nayê kontrolkirin tên bicihkirin, dê rastî her cure destdirêjiyê bên. Divê dewletê berpirsiyariya wan hilgire ser xwe û li gor peymanên ku îmze danîne binî wan tevbigere." ,
 
Koçê bilêv kir ku ger desthilat berpirsiyariya dikeve ser milê wê pêk neyne, dê ev zarok rastî her cure destdirêjiyê bên. 
 
MA / Berîvan Kûtlû