Di 8’ê Adarê de li Êlihê jinek hate qetilkirin

  • jin
  • 12:38 8 Adar 2023
  • |
img
ÊLIH - Zilamê bi nvaê Mûrat Atilgan, di 8’ê Adarê de hevjîna xwe ya li ber hevberdanê qetil kir. 
 
Di roja 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ku jin li dijî tundiya mêr-dewletê dadikevin qadan de zilamê bi navê Mûrat Atilgan, li Êlihê hevjîna xwe ya bi navê Tuba Atilgan (33) a li ber hevberdanê bi çekê qetil kir. 
 
Atilgan dema li rawestgeha otobûsan a Taxa Tilmerçê disekiniya, rastî êrişê hat û li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Di dema êrişê de keçeke 16 salî jî li rawestgehê bû û di êrişê de ew jî birîndar bû. Li ser agahdarkirina kesên li derdorê, ambulans hatin cihê bûyerê û zaroka keç rakirin nexweşxaneyê. Cenazeyê Atilgan jî rakirin Morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê. 
 
Kujer Mûrat Atilgan hate binçavkirin.