Jinan ji Amedê bang kir: Em ê qesra we bi ser serê we de bînin xwarê

  • jin
  • 21:17 8 Adar 2023
  • |
img
AMED - Meşa DAKAP’ê ya 8’ê Adarê ji aliyê polisan ve hat astengkirin. Jinan bertek nîşan da û gotin: "Hê jî gel êşa xwe ya erdhejê ji bîr nekiriye, hê jî ji birînên erdhejê xwîn diherike. Dewlet li şûna ku mirovan rizgar bike, bi danîna barîkatan pêşî li jinan digire. Lê jin wê tu carî paşve gav neavêjin.”
 
Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP) ku hemû saziyên jinan ên Amedê di bin banê xwe de kom kiriye, bi boneya 8 Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li Park Ormana li Semta Dîclekent a Amedê xwest meşekê li dar bixe. Jin, li pişt pankarta “Dem Dema Jin Jiyan Azadiyê ye” hatin gel hev û dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî”, “Hikûmet Îstîfa”, “ berz kirin. Jinan ku dowîzên “Em bi hêrs in, serhildêr in”, “Piştevaniya jinê dide jiyandin” û “Tekoşîna femînîst rizgariya me ye” bilind kirin, xwestin ber bi Parka Rojavayê ve bimeşin, lê polîsan meşa wan asteng kir. Polîsan, jinan dorpêç kir û bi hinceta 'meş qedexe ye' nehêlan jin bimeşin. Jinan û polîsan gelek caran hevdîtin kir, lê ji van hevdîtinan tu encam derneket. Li ser vê yekê jinan li qada ku lê kom bûbûn çalakiya rûniştinê dan destpêkirin û astengkirina polîsan bi stran û dirûşmeyan şermezar kirin.
 
Jinan di nava dorpêçê de ji bo kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane find pêxistin.
 
‘JIN PAŞVE GAV NEAVÊJIN’
 
Di nava dorpêçê de Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz bang kir û got ku jin ji bo ku kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bibîr bînin îro li vir kom bûne. Aydenîzê da zanîn ku ew jin tu carî serî li ber van astengiyan natewînin û wiha berdewam kir: “Lê Midûriyeta Polîsan a Amedê her tim bi dijminatiya xwe ya li hemberî jinan û gelê kurd derdikeve pêşiya me. Hê jî gel êşa xwe ya erdhejê ji bîr nekiriye, birînên erdhejê hê jî xwîn diherike, dewlet li şûna ku mirovan rizgar bike, bi danîna barîkatan pêşî li jinan digire. Li hemberî van tiştan, jin wê tu carî paşve gav neavêjin. Jin wê di her şert û mercan de birînên xwe bicebirînin û hesab ji we bixwazin. Ger hûn îstifa nekin jî, bêguman wê jin qesra we bi ser serê we de bînin xwarê." 
 
‘DIJMINÊ JIN Û KURDAN IN’
 
Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kayayê jî bal kişand ser dijmintiya dewletê ya dijî jinan û kurdan û wiha got: “Jinên delal, jixwe îsal meşa 8’ê Adarê di bernameya me de nebû. Em hatin cem hev ku êş, hêrs, şîn û kedera xwe fêm bikin. Lê em wan ji her derê nas dikin. Em dizanin ku ew çawa dijminê jinan in, em dizanin ku ew çawa dijminê kurdan in. Her tiştê ku me di erdhejê de jiyan kirî careke din nîşanî me da. Bi rojan mirovan mehkûmî mirinê, birçîbûn, tîbûn û sermayê kirin. Jinên ku îro li vir bûn, li herêmên erdhejê gihaştin hewara her kesî. Xwe gihandin birîn û hewcedariyên gel. Lê îro yên ku bi talîmatan kar dikin dîsa bi talîmatan dibin sedema mirina mirovan.”
Jinan piştî çalakiya rûniştinê xwestin qadê biterikîn in, lê polîsan nehêla jin bi girseyî belav bibin. Li ser vê yekê jin, kom bi kom ji qadê çûn.