Tekiner: Ji bo îktîdar ji dest wan neçe bi ser jinê de diçin

  • jin
  • 09:07 6 Nîsan 2018
  • |
img

AMED – Endama Meclîsa Partiyê ya DBP’ Zûhal Tekîner, diyar kir ku di serdema AKP’ê de istismara zayendî zêde bûye û sedema vê yekê jî, îktîdar dixwaze bi tundiya li ser jinê rêveberî û îktîdarê di kontrola xwe de bihêle. Tekîner bi lêv kir ku bi kimyaya civakê tê lîstin û rolên gerdîşî wekî pîvanên îslamê bin tên rewakirin. 

Di serdema hikûmeta AKP’ê de her diçe istismarkirina zarokan, şideta li hemberî zarok û jinan, bûyerên taciz û tecawizê zêde dibin. Endama Partiya Meclîsê ya DBP’ê Zûhal Tekîner, destnîşan kir ku ji ber mêrên ku şidetê li jinan dikin nayên cezakirin an jî cezayê wan tê daxistin wêrektir dibin û ev yek rê li ber zêdebûna îstismar, şidet û tecawizê vedike. 
 
Tekîner diyar kir ku divê serdestiya feraseta nêrza ya li ser jin û zarokan bê lêpirsînkirin û AKP dixwaze çanda bîadkirinê di ser jinê re bi civakê bide qebûlkirin. Tekîner bi lêv kir ku, di ser jinê re civak tê çewisandin. Tekîner anî ziman ku sedema ku dewlet, civak û mêr evqasî bi ser jinê de tê ew e ku ditirsin îktîdar ji dest wan biçe. Tekîner anî ziman ku dema jin xwe birêxistin dike û nasnameya xwe bi dest dixe bêtir tê çewisandin, çimkî jê re tê gotin ku “tu ya min î û tu mecbûr î bibî ya min û li gor rastiyên min bijî.” Tekîner destnîşan kir ku ev yek şidetê zêdetir dike. 
 
Tekîner diyar kir ku di demên dawî de cinayetên jinan û îstismarkirina zarokan zêde dibe û gotinên zayendîparêz yên AKP’ê îstismar û cinayete destek dikin. Tekîner got jinên ku li dijî polîtîkayên îktîdarê yên mêran diparêzên di nav civakê de hedef tên girtin û bi şidet û çewisandinan re rû bi rû dimînin. Tekîner diyar kir ku sedema herî girîng a vê rewşê, ew e ku hemû sûcên ku li hemberî jinan tê kirin bê ceza dimînin. Tekîner got: “Tecawizî jinekê tê kirin, lê dewlet pêşniyar dike ku bi tecawizkar re bizewice û wisa difikire ku pirsgirêkê bi vî awayî çareser bike. Zarokên biçûk tên îstismarkirin, ji dêvla ku sûcdar bê cezakirin, qîrînî hînî zarok tê kirin ku dê çawa biqîre. Yanî li gorî feraseta îktîdarê dema jina hatiye tecawizkirin bi mêr re bizewice tu mesele namîne. Îjar li vir necezakirin an jî cezayê kêm dibe sedema zêdebûna van bûyeran.” 
 
‘ROLÊN GERDÎŞÎ BI PÎVANÊN ÎSLAMÎ REWA DIKIN’ 
 
Tekîner, diyar kir ku divê di çarçoveya polîtîkayên fermî yên hikûmeta AKP’ê de saziyên perwerdehiyê û pirtûkên ders adi warê rolên zayendî de bên lêkolînkirin û got: “Hikûmeta AKP’ê bi pirtûkên dersan bîrdoziya xwe radigihîne pêşerojê. Dixwaze zarok di temenên biçûk de bên zewicandin, li malê di bin venêrîna mêr, di civakê de jî di bin a dewletê de bin. MEB’a ku rolên jinan ên gerdîşî bi pîvanên îslamî rewa dike, bi pirtûkên dersan jiyana malbatî pîrozwer dike û bi polîtîkayên ku jinan tune dike şidet û cinayetên jinan rewa dike.” 
 
Tekîner destnîşan kir ku li Tirkiyeyê hema her roj bûyerên îstismarkirina zarokan diqewimin. Tekîner, diyar kir ku di warê îstismarkirina zarokan de dewlet karê parastinê ji zarok re dihêle û got: “Dibje hey zarokno em dewlet nikarin qanûnên dewletê bisepînin, lê hûn xwe biparêzin.” Tekîner diyar kir ku di serdema AKp’ê de cinayetên jinan, îstsimara zayendî zêde bûne û divê ew li sedema zêdebûna sûcên bi vî rengî binerin.