KCDP: Di adarê de 23 jin hatin qetilkirin

  • jin
  • 14:37 3 Nîsan 2023
  • |
img
STENBOL - Li gorî çeteleya tundiyê ya meha adarê ya KCDP’ê, 23 jin hatin qetilkirin û 19 jinan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. 
 
Platforma Em ê Cînayetên Jinan Bidin Sekinandin (KCDP) ku ji bo girtinê doz lê hatiye vekirin, çeteya tundiya mêran a meha adarê parve kir. Di raporê de hat bibîrxistin ku platform ev 13 sal in li dijî qetilkirina jinan têdikoşe û ji sala 2010’an heta niha jî tundiya mêran dike rapor. 
 
Di raporê de hat gotin ku di meha adarê de 13 jin hatine qetilkirin, 19 jinan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane û ev agahî hatin parvekirin: “8 jin ji ber hevberdanê yan jî ji ber ku nedixwestin silhê bikin û bizewicin hatin qetilkirin, 2 jin ji ber sedemên aborî hatin qetilkirin, jinek ji ber hinceta ku di bin venihêrînê de ye hate qetilkirin, 12 jî nehat zanîn bê ka bi kîjan sedemê hatine qetilkirin. Ji 23 jinan 9 jê ji hêla hevjînê xwe ve hatin qetilkirin, 4 jê ji hêla mêrên ku pê re dijiyan hatin qetilkirin, 2 jê ji hêla destgirtiyên xwe yên berê ve hatin qetilkirin, 2 jê ji hêla bavên xwe ve hatin qetilkirin, 2 jê ji hêla kurên xwe ve hatin qetilkirin, 2 jê ji hêla şexsên ku nas dikirin ve hatin qetilkirin, yek jê ji hêla xizmê xwe ve û yek jî ji hêla hevjînê xwe yê berê ve hate qetilkirin. Di vê mehê de ji sedî 39’ê jinan ji hêla hevjînên xwe ve hatin qetilkirin. 
 
LI MALÊN XWE HATIN QETILKIRIN
 
Ji jinan 16 jê li malê, 4 jê li kolanê, yek jê li hotêlê, yek jê li kargehê, yek jê li qada daristanê hatin qetilkirin. Ji sedî 70’ê jinan li malê hatin qetilkirin. 
 
HILBIJARTINÊN 14’Ê GULANÊ
 
Her ku hilbijartinên 14’ê Gulanê nêz dibin, hinek partiyên siyasî dijminatiya xwe ya li hemberî jinan bêhtir nîşan didin. Îktîdara siyasî ya heyî partiyên siyasî yên xwedî heman zîhniyeta paşverî girtine cem xwe. Ji van partiyan HUDA PAR, beriya niha li dijî Peymana Stenbolê derketibû û ji bo mitîngên nefretê yên li dijî LGBTÎQ+’yan banga tevlibûnê kiribû. Her wiha gotibûn ku zewaca zarokan dibe. Her wiha Partiya Yenîden Refahê jî bi şertê êrişa li dijî destkeftiyên jinan qebûl kiribû ku dê tev li tifaqê bibe. Her wiha xwestibû ku qanûna 6284 ku mafên jinan diparêze were rakirin. Lê dê têkoşîna me ya li dijî vê zîhniyetê bidome. Destkeftiyên me yên ku encama têkoşîna me ne, bi tu awayî nabin mijara bazara hilbijartinê.” 
 
BANGA TEVLIBÛNA DANIŞÎNÊ
 
Herî dawî jî hat gotin ku danişîna doza girtinê ya platformê di 5’ê nîsanê de ye û bang li her kesî hate kirin ku di roja danişînê de li Edliyeya Çaglayanê bin.