Li Ûrmiyeyê êrişa bi gazê: 5 zarokan rakirin nexweşxaneyê

  • jin
  • 13:16 4 Nîsan 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN – Li Ûrmiyeyê li dijî dibistana zarokên keç êrişa jehrî ya gazê pêk hat û 5 xwendekarên ku jehrî bûn rakirin nexweşxaneyê. 
 
Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê li dijî xwendekarên keç êrişên jehrî didomin. Ji meha mijdara bihûrî heta niha li 26 dibistanan ji hezar xwendekarî zêdetir zarok jehrî bûn. Xelkê herêmê difikire ku ji bo dibistanên zarokên keç bê girtin ev êriş tê kirin. Wezareta Karên Navxweyî daxuyanî da û wiha got: “Ev êriş ji aliyê kesên bi pereyan ji aliyê hêzên derve ve wezîfedarkirin, ji bo şerê derûnî bikin û mirovan bi panîkan bikin, tên kirin.”
 
LI ÛRMIYE 5 XWENDEKAR JEHRÎ BÛN
 
Vê carê jî kesên nasnameya wan nediyar li dijî Dibistana Keçan a Bahman a li Ûrmiyeyê êrişa bi gaza jehrî pêk anîn û di êrişê de 5 xwendekarên keç jehrî bûn û rakirin nexweşxaneyê.