Jinan înîsîyatifa ‘Em dixwazin bijîn’ ava kirin

  • jin
  • 09:30 10 Cotmeh 2017
  • |
img

STENBOL – Jinên bi daxwaza “Em fizîkî dixwazin li jiyanê bimînin, li her qadê jiyanê bi mirovî û bi jinîtî bijîn” kom bûn û Înisiyatîfa Em Dixwazin Bijîn ava kirin. 

Jinên di nav de endamên Meclîsa Jinên Sosyalîst (SKM) jî hene di her 11 mehê ji bo balê bikişînin ser komkujiya jinan Meydana Khalkedon a Kadikoy çalakiya “Em dixwazin bijîn” li dar dixin. Niha jî heman jinan Înîsiyatîfa Em Dixwazin Bijîn ava kirin. Înisyatîf di 7’ê cotmehê de bi deklarasyonekê sazbûna xwe ragihand. Dê Înisiyatîf heta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navnetewî ya li Dijî Tundiya Jinê rêze çalikiyan li dar bixe û kampanya rêxistinbûnê bimeşîne.
 
DÊ KAMPANYA ÎMZEYAN DEST PÊ BIKIN 
 
Înisyatîf di çarçoveya kampanyayê de dê panel, gotûbêj, çalakî û şahiyên cuda plansaz bike û di heman demê de dê li dijî OHAL û mufredata perwerdehiyê ya zayendî jî dê bi kampanya îmzeyan çalakiyan li dar bixin. Îmzeyên heta 25’ê Mijdarê berhev bikim dê bişînin TBMM. Îniyatîf diyar dike ku ew ê li dijî polîtîkayên êrîşkar ên li ser jinê û qanûnên li dijî dijminahiya jinê jî têkoşîna bikin. 
 
‘ARMANC MIROVÎ Û JINÎTÎ BIJÎN’ 
 
Yek ji endama Înisiyatîfê Ezgî Bahçecî destnîşan kir ku ji bo ew jiyanek azad bijîn, tundî û komkujî li ser jinan pêk neyê û li dijî hemû tundiya li ser jinê derbikevin înisiyatîf ava kirine û got “Tenê ne ji bo em li jiyanê bimînin, jinên li jiyanê dimînin jî li tu qada civakê em cih nagirin. Em dijîn lê em çawa dijîn? Dixwazin em çend zarokan çêbikin û li malê bimînin. Em vê jiyanê jî naxwazin. Em wek jinan li her qada civakê hene. Em jiyanê hildeberînin û em hene. Navê înisyatîfa me jî ji vê yekê tê. Em fizîkî dixwazin li jiyanê bimînin, li her qadê jiyanê bi mirovî û bi jinîtî bijîn.” 
 
DI HEDEFA WAN DE XEBATEK BERFIREH HEYE
 
Bahçecî behsa plansazî û xebatên înisiyatîfê kir û got ku ew ê xebatên di çarçoveya qaliban de vê xebatê nehêlin. Bahçecî bang li hemû jinan kir ku xwe li dora înisiyatîfa wan bi rêxistin bikin û xwest ku hemû jin bên gel wan bi hev re li dijî qanûnên AKP’ê yên êrîşên li ser jinê zêde dikin derbikevin û paş de bizivirînin. 
 
MA / Necla Demîr