Li Bismilê buroya hilbijartinê ya jinan hat vekirin: Em ê tecrîdê bişikînin

  • jin
  • 13:41 13 Nîsan 2023
  • |
AMED - Namzeta parlamenteriyê Adalet Kaya ku di vekirina buroya hilbijartinê ya jinan a Bismilê ya Partiya Çep a Kesk de axivî, wiha got: “Tecrîda li ser birêz Ocalan tê pêkanîn li ser gelê kurd tê pêkanîn. Jin wê vê tecrîdê bişikînin. 
 
Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Amedê bi tevlibûna namzetên parlamenteriyê li navçeya Bismilê buroya hilbijartinê ya jinan vekir. Namzetên parlamenteriyê Halîde Turkoglû, Adalet Kaya, Ceylan Akça Cupolo, Sorgul Aytek Avşar û gelek welatî beşdarî vekirina buroyê bûn. Beriya vekirinê bi muzîkên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk govend hate gerandin. Bi tilîliyan dirûşmeya “jin jiyan azadî” hate berzkirin. 
 
‘DIVÊ EM BIBIN SEFERBER’
 
Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Bismilê Emîne Ozer a ewilî axivî, wiha got: “Divê em li mala xwe kolana xwe li karê xwe li her derê seferber bibin. Divê em ji bo qedera kurd û tirkan têbikoşin. Divê ciwan rola xwe bilîzin û em şev û roj bixebitin. Divê em bi ruhê seferberiya şoreşgerî pergala xwe biguherînin. Di serî de Serokê me hemû siyasetmedarên me di hundir de ne, divê em ewilî soza azadiya wan bidin. Îro di pêşengtiya jinên kurd de şoreş pêk tê, divê em jî layiqî wan bin.”
 
‘JIN WÊ TECRÎDÊ BIŞIKÎNIN’
 
Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk Adalet Kaya jî anî ziman ku bi kelecaneke mezin û hesab pirsînê ber bi 14’ê Gulanê ve diçin û wiha got: “Ev pergala ku bi sedan salan e gelê kurd tune dihesibîne û hewl dide bi tacîz û tecawizê bitepisîne, wê bi vîna me biguhere. 14’ê Gulanê wê hemû jin hesabê bipirsin. Em hesaba qeyûman, hevalên xwe yên di girtîgehê de bipirsin, em ê ji bo azadiya hemûhan wê rojê vîna xwe deynin holê. Em jin wê vê pergala zilam a ew hew dide me bê bîr bihêle, bişînin sergoyê dîrokî. Tecrîda li ser birêz Ocalan tê pêkanîn li gelê kurd tê pêkanîn. Tecrîdeke li gelên Rojhilata Navîn tê pêkanîn. Wê vê tecrîdê gelê kurd û jin hilweşînin. Me di erdhejê de jî dît vê desthilatê gel terkî mirin û bêçaretiyê kir. Me weke gel û jinan xwe bi rêxistin kir. 14’ê Gulanê roja em ê vê pergalê têk bibin. Em ê bi hev re serbikevin.”
 
‘DIVÊ EM XWEDÎ LÊ DERKEVIN’
 
Namzeta parlamenteriyê Sorgul Aytek Avşar jî diyar kir ku divê xwedî li Partiya Çepên Kesk û sindoqan bê derketin û wiha got: “Divê bêyî rawestan bixebitin û li dijî zilmê bisekinin.”
 
VEKIRINA BUROYÊ 
 
Piştî axaftinan namzetên wekîlan bi dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” büro vekirin. Piştî vekirina buroyê bi stranên ku Koma Jin Ma’yê gotin govend hate gerandin.