‘Jinên Partiya Çepên Kesk ji bo guhertina hin hînbûnên di siyasetê de tên”

  • jin
  • 10:37 14 Nîsan 2023
  • |
img
ENQERE - Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Amedê Halîde Turkoglû diyar kir ku jin li dijî şêweyên tundiyê yên bi serdestiya mêr di siyasetê de tên kirin têdikoşin û anî ziman ku ji bo guhertina hin hînbûnên di siyasetê de tên.
 
Bi nêzîkbûna hilbijartinê gelek partiyên siyasî ji bo Hilbijartina Parlamenteriyê ya Serdema 28’emîn ku dê 14’ê Gulanê bên kirin lîsteyên namzetên xwe pêşkeşî Desteya Lijneya Bilind (YSK) kirin. Di van lîsteyan zêdetir zilam hene. Di lîsteya AKP’ê ya ji 600 kesan pêk tê de 113 namzetên jin hene. Rêjeya namzetên jin ên AKP’ê ji sedî 18,83 ye û ji 87 herêmên hilbijartinê tenê li 4’an jin ji rêza ewil hatin nîşandan. Hevkara desthilata AKP’ê, MHP’ê jî heman rewş heye. Di lîsteya MHP’ê ya ji 600 parlamenteran pêk tê tenê 76 namzet jin in. Rêjeya jinan a di lîsteya MHP’ê de ji sedî 12 e. CHP’ê jî ji 600 namzetên parlamenteriyê tenê 153 jin nîşandan. Di lîsteya Îyî Partiyê de jî tenê 145 namzetên jin hene. Rêjeya namzetên jin a CHP’ê ji sedî 25,50 ye û ya Îyî Partiyê jî ji sedî 24 e. 
 
RÊJEYA NAMZETÊN JIN A TIFAQA KED Û AZADIYÊ JI SEDÎ 45 E
 
Jinan di lîsteyên Partiya Çepên Kesk û Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) ên di bin banê Tifaqa Ked û Azadiyê de bi rêjeyeke bilind cih girtin. Di lîsteyên Partiya Çepên Kesk de ji 600 namzetên parlamenteriyê 270 jê jin in. Dîsa ji 398 namzetên parlamenteriyê yên TÎP’ê 161 ji jinan pêk tên. Rêjeya namzetên jin ên Partiya Çepên Kesk ji sedî 45 e û rêjeya TÎP’ê jî ji sedî 40,45 e. 
 
LI PARTIYA ÇEP A KESK Û TÎP’Ê NAMZETÊN JIN DI RÊZA YEKEMÎN DE NE
 
AKP ji rêza ku bên hilbijartin 51 jin 243 mêr weke namzet nîşandan, CHP’ê jî 25 jin 120 mêr weke namzet nîşandan. Partiya Îyî jî ji rêza ku bên hilbijartin 3 jin û 41 mêr weke namzet nîşandan. AKP’ê ji 4 bajaran namzetên jin ji rêza ewil nîşandan, CHP’ê li 11 bajaran Partiya Îyî jî 6 jin ji rêza ewil nîşandan. Jinên ku di lîsteyên Partiya Çepên Kesk de cih digirin 30 ji rêza ewil weke namzet hatin nîşandan, TÎP’ê jî 28 jin ji rêza ewil nîşandan. 
 
Namzeta parlamenteriyê ya Amedê Halîde Turkoglû ya di lîsteya Partiya Çep a Kesk de cih digire, bal kişand ku jin li dijî şêweyên tundiyê yên bi serdestiya mêr di siyasetê de tên kirin têdikoşin û anî ziman ku Meclis ji aliyê têkoşîna jinan qadeke girîng e. 
 
JIN LI HER QADÊ TÊDIKOŞIN 
 
Turkoglû, destnîşan kir ku jin li her qadê têdikoşin û wiha got: “Dema ku têkoşîna jinê bi her cure tundiyê re têdikoşe, di heman demê de bi şêwazên tundiya ku serdestiya mêr di siyasetê de hildiberîne jî têdikoşe.”
 
‘MECLIS JI TÊKOŞÎNA JINÊ SÛDÊ DIGIRE’
 
Turkoglû, destnîşan kir ku Meclis di têkoşîna jinê de qadeke girîng e û wiha berdewam kir: “Meclis ji tekoşîna jinê, ji kolanan, ji qadên hilberînê û ji têkoşîna maf sûdê digire. Ji bo daxwazên jinan li Meclisê bên vegotin divê jin zêdetir hebin. Em jin di heman demê de xwediyê nasname, teşeyên jiyanê, çand û baweriyên cuda ne. Ji bo ku ev bi wekhevî, azadî û demokrasiyê re hevrû bibin girîng e ku Parlamento were asteke hê rengîntir, cihêrengtir û demokratîktir û li vir jin rola serweriyê bilîze.”
  
PARADÎGMAYA AZADÎXWAZIYA JINÊ 
 
Turkoglû, destnîşan kir ku dirûşmeya “Jin jiyan azadî” dirûşmeya avakirin û teşegirtina jiyanê û têkoşînê ye û wiha pê de çû: “Di heman demê de fîkriyate jî, ne tenê sembola qadeke berxwedanê ye. Girîng e ku civak li ser paradigmaya demokratîk, azadîxwaziya jinê û ekolojîk teşe bigire.”
 
‘EM Ê BI HEV RE SERBIKEVIN’
 
Turkoglû, destnîşan kir ku Beyannameya Jinan a Partiya Çepên Kesk ne beyannameyeke bi hilbijartinê sînordar e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Yek ji xalên ku em girîng dibînin; Dema em li dijî rejîma yek zilamî şer dikin, lê di heman demê de em jin ji bo biryardayîna jiyana xwe û ji bo guhertina hin hînbûnên di siyasetê de tên. Me demekî dirêj têkoşîna vê da em ê bidin. Divê ji bo Komara Demokratîk Partiya Çepên Kesk diyarker be. Em ê bi vê bawerî û bîryardariyê têkoşîna xwe mezin bikin û bi hev re serbikevin.”
 
MA / Yusra Batihan