Piştevaniya Morê şertnameya xwe ya hilbijartinê eşkere kir

  • jin
  • 21:40 14 Nîsan 2023
  • |
img
STENBOL - Piştevaniya Morê li Şîşliyê bi dirûşmeya "Em ê jiyanê jinûve ava bikin" şertnameya xwe ya hilbijartinê eşkere kir. 
 
Piştevaniya Morê li navçeya Şîşlî ya Stenbolê, li derwazeya Pangalti Metroyê bi dirûşmeya "Em ê jiyanê jinûve ava bikin" li hev kom bû. Beriya daxuyaniyê endamên Piştevaniyê pêşmalkên li ser "Pişetvaniya Morê" nivîsandî li xwe kirin. Namzeta Parlementeriyê ya Stenbolê ya Herêma 1'ê ya Partiya Çepên Kesk Nîlay Kûş jî di nav de gelek jin tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta ku li ser "Em bi hev re desthilatê bişlînin, em ê jiyanê jinûve ava bikin" nivîsandî hat vekirin. 
 
Namzeta Parlementeriyê ya Stenbolê ya Partiya Çepên Kesk Nîlay Kûş axivî. Kûşê diyar kir ku jin di pêvajoyeke dîrokî de ne. Kûşê destnîşan kir ku ew ne temaşevanên vê pêvajoyê, ew kirdeyên vê pêvajoyê ne û got: "Ji ber ku em kirdeyên vê pêvajoyê ne, em li qadan in. Em ê di vî sî rojê li pêşiya xwe de ku em ê hem 1'Ê Gulanê hem jî 14'ê Gulanê pêşwazî bikin, li her derî têkoşînê xurt bikin. Em jin, dixwazin desthilata AKP-MHP'ê bişînin. Em ê ji bo çûna vê desthilatê şer bikin. Ez hemû jinan vedixwînim têkoşîna azadiyê ya jinan. Ev jiyan ya me ye. Em vê desthilata ku dijminê jinan e, bi têkoşîneke pevre bişînin. Em jin, jiyana ku em doza wê dikin, bi hev re ava bikin."
 
Paşê xalên şertnameya hilbijartinê hatin xwendin.
 
Daxuyanî bi çepikan û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.