Namzeta Partiya Çepên Kesk a Dêrsimê: Em tevgereke ku şoreşa zîhniyetê pêk tînin in

  • jin
  • 12:53 18 Nîsan 2023
  • |
DÊRSIM - Namzeta Partiya Çepên Kesk a Dêrsimê Ayten Kordû, bal kişand ku xwediyê îdiaya veguherîna civakî pêk bînin û siyaseta erk biguherînin û wiha got: “Em tevgereke ku di nava xwe de jî şoreşa hişmendiyê pêk tînin in.”
 
Di demekî ku ji hilbijartinên parlamenteriyê û Serokkomariyê yên 14’ê Gulanê re kêm mayî de xebatên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk bênavber didomin. Yek ji bajarên ku encamên wê yên hilbijartinê tê mereqkirin jî Dêrsim e. Li Dêrsima ku dê 67 hezar û 2013 hilbijêr lê deng bikarbînin parlamenterek dê were hilbijartin. 
 
Di sala 1991’an de Aysel Dogan weke namzeta serbixwe hatibû hilbijartin lê ji ber mazbataya wê nehatibû dayîn nekarîbû biçe Meclisê. Edîbe Şahîn ku di Hilbijartinên Herêmî yên 2009’an de li ser navê Partiya Civaka Demokratîk (DTP) ji Dêrsimê hat hilbijartin, di hilbijartinên giştî yên 2015’an de piştî ku 4 salan Şaredarî kir, ji sedî 61 dengan çû Meclisê û bibû yekem parlamentera jin a Dêrsimê. AKP’ya ku di 7’ê hezîrana 2015’an de desthilata xwe winda kir, di pêvajoyeke ku êrişên bombeyî û komkujî pêk hatin de hilbijartinên 1’ê mijdara 2015’an de nû kirin. 
 
Ayten Kordû ku di hilbijartinên Giştî yên Parlamenteriyê yên Serdema 28’emîn de li Dêrsimê ji lîsteya Partiya Çepên Keskan namzet e, ji HADEP’ê û vir ve bi rengekî aktîf dixebite. Kordû ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re qala karê hilbijartinê, Danezana Jinê ya Partiyê û têkoşîna ew dimeşînin kir.
 
KEVNEŞOPIYA JI HADEP’Ê TÊ 
 
Ayten Kordû ya di sala 1971’an de ji dayik bû, di sala 1992’yan de bi awayekî aktîf dest bi xebatan kir. Kordû ya ji beşa Sosyolojiyê mezûn bûye, di Komîsyona Jinan a Partiya Demokrasiya Gel (HADEP) de cih girt. Di Rêveberiya Serokatiya Komîsyona Jinan a Bagcilarê, Rêveberiya Bajêr a Stenbolê û ji sala 1999’an heta 2003’yan jî di qada baskên jinan a navendî de xebitî. Di navbera salên 2003 û 2011’an de li Komeleya Jinan a Keskesorê xebitî. Kordû ya du serdeman serokatiya komeleyê kir piştî sala 2015’an bar kir Dersimê. Kordû ya hêj di xebatên komeleya jinan de 2 salên xwe temam nekir bi bandora qeyûmên hatin tayînkirin û helwesta wê ya li dijî qeyûman peywîra wê ya polîtîkayên jinan hate rawestandin û di encama operasyonan de 2 sal û nîvan di girtîgehê de ma. Piştî girtîgehê bi penasekirina wê vegeriya li ser axa Rehak (Kizilbaş) a Dêrsimê. 
 
‘DÎNAMÎKÊN ME JIN Û CIWAN IN’ 
 
Kordû, anî ziman ku li Dêrsimê bûyîna namzeteke jin berpirsyariyeke mezin e û wiha got: “Vekirina me ya buroyê bi dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ hate berzkirin. Ev ne tenê dirûşmeyeke, di heman demê de belavî Rojhilata Navîn û Cîhanê bûye. Ji bo min xizmeta gel a li Dêrsimê rûmet e. Di Danezana me ya Jinan de ji sedî 45 kotaya me ya jinan heye. Armanca me ew e ku di pêvajoyên pêş de zêdetir bên temsîlkirin. Bi Partiya Çep a Kesk re, gelên Tirkiyeyê, jinên Tirkiyeyê, Tevgera Jinên Kurd dikarin daxwazên xwe di danezana me ya hilbijartinê de bibînin. Tifaqa me ya bi pêkhateyan re ne tenê tifaqeke di heman demê de pêvajoya avakirina jiyana nû, komara demokratîk, neteweya demokratîk a xeta me ya Rêya 3’yemîn e. Dînamîka bingehîn a vê pêvajoya avakirinê jin û ciwan in. Em bi vê dînamîkê re tevdigerin.”
 
Ayten Kordû
 
‘JINEOLOJÎ ÇAVKANIYA ME YA SÛD WERGIRTINÊ YE’ 
 
Kordû, destnîşan kir ku ji aliyê polîtîkayên jinan ve temsîliyeta wekhev girîng e û wiha berdewam kir: “Temsiliyeta jinê di bernameya me û danezana me ya hilbijartinê de cih girt. Ev yek ji bo gelek girîng e. Tevgera jinên kurd di heman demê de nêrîna xwe ya jinê di qada jineolojiyê de jî pêş ve bir û xebateke bingehîn kir ku siyaset, felsefe û jiyan ji nû ve bê şirovekirin. Ev çavkaniya me ya sûd wergirtinê ne.”
 
‘ŞOREŞA HIŞMENDIYÊ DIVÊ’
 
Kordû, anî ziman ku yek ji partiyên ku nûnertiya jinê herî baş nîşan bide Partiya Çepên Kesk e û wiha got: “260 namzetên me yên jin hene. 32 jê di rêza yekemîn de ne. Ji vir jî tiştên ku em bikin diyar in. Dibe ku îro ji sedî 45 e wê sibê bibe ji sedî 55. Têkoşîn wiha ye, em ê bi mezinkirinê bilind bikin. Têkoşîna jinan têkoşîneke demdirêj e. Şoreşa hişmendiyê divê. Ji ber vê em hem tevgereke ku di nava xwe de jî şoreşa hişmendiyê pêk tînin in û hem jî hişmeniya erk a zilam hedef digire ye. Tevgera jinên kurd ev yek keli bi kêlî dihûne.”
 
SAKÎNE CANSIZ, AYSEL DOGAN, ZARÎFE XATÛN…
 
Kordû, destnîşan kir ku li Dêrsimê ji bo di nava polîtîkayên jinê de nûnertiya wê bêhtir bê dîtin berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê wan û anî ziman ku Dêrsim bajarekî jinê ye. Kordû, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dêrsim bajarekî jinan e, li vî bajarî kedeke mezin heye. Vîna Edîbe Şahîn û Aysel Dogan hate xespkirin. Nûrhayat Altûn hêj jî di girtîgehê de ye. Divê em vê pêvajoya keda wan û nirxên wan di stuyê xwe de veguhêzin. Li Dêrsimê nêzîkatiyeke hêz dide heye. Em ê temsiliyeta herî zêde bigirin. Armanca me ev e û ez bawer dikim ku em ê serbikevin. Dêrsim di heman demê de barkêşê berxwedanê ye. Ev yekê ji Sakîne Cansiz û Zarîfe Xatûn dizanin. Divê em mafên wan kedan bidin. Li Dêrsimê ev hêz heye. Heta dawiyê baweriya me bi têkoşîna me heye.”
 
‘WEZARETA JINAN WÊ BI JINAN DEST PÊ BIKE’ 
 
Kordû, ya li ser Wezareta Jinan a di Beyannameya wan a partiya wan de cih digire axivî wiha got: “Wezareta jinan wezareteke ku lê tê guhdarîkirin û dikare di hemû qadên aborî, siyasî û civakî de pêş bikeve ye. Ji vî aliyî jî girîng e. Divê butçeyeke cuda ya Wezareta Jinan hebe lê ev bernameyeke ku li Kurdistan û Tirkiyeyê bi hevparî ji aliyê jinan ve tê diyarkirin e. Wê nêzîkatiya aboriyê jî li gorî nêrîna jinan be.” 
 
‘TÊKOŞÎNA ME WÊ BI MEZIN BÛNÊ BIDOME’ 
 
Kordû, diyar kir ku Dêrsim ji aliyê tifaq, reng û cudahiyan Partiya Çepên Kesk e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em qala hişmendiyeke mêrsalarî ya 5 hezar salan dikin. Ev dîrok wê bi vekirina Wezareta Jinan an jî bi pergala parlamenteriyê neyê çareserkirin. Tiştên ku em dikin wê me bêhtir nêzî azadî û wekheviyê bike. Em ê bi vê berpirsyartiyê tevbigerin. Paradîgamaya me ya jinê li her derê ye, em xwediyê îdiaya veguherîna civakî pêk bînin û siyaseta erk biguherînin in. Ji ber vê yekê têkoşîna jinan girîng e. Partiya me partiyeke jinan e û em ê vê têkoşînê bi mezinkirinê bidomînin û wê heta dawiyê jî bidome.”
 
MA / Zerrîn Sargût