Li Erdîşê buroya hilbijartinê ya jinan hat vekirin

  • jin
  • 19:23 18 Nîsan 2023
  • |
img

WAN – Li Erdîşê namzeta parlementeriyê ya Wanê Havîn Kiye ku di vekirina büroya hilbijartinê de axivî, got: “Me çand, hişmendî ji Şêx Saîd, birêxistinbûyîna xwe, ji xwebûnê girtiye. Me kevneşopiya xwe ji têkoşîna bi 40 salan girtiye. Me hay ji vê heye, em ê têbikoşin."

Li navçeya Erdîş a Wanê buroya hilbijartinê ya jinan hat vekirin. Namzedên Wanê yên Partiya Çepên Kesk Havîn Kiye, Taylan Ertaş, Zulkuf Ûçar, Mahmût Dîndar, Hevserokê Wanê yê HDP’ê Fîkret Dogan, rêveberên DBP’ê, Hevşaredarê Wanê Mûstafa Avci ku qeyûm tayinî şûna wî hatiye tayînkirin, Hevşaredara Erdîşê Yildiz Çetîn ku qeyûm tayînî şûna wî hatiye kirin, Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Dayikên Aştiyê û bi sedan welatî tev li vekirina buroya hilbijartinê bûn.

Beriya vekirina buroyê, girse govend gerand û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo“ û “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin“ hatin berzkirin.

Namzet Havîn Kiye destnîşan kir ku Tifaqê Cumhûrê bi polîtîkayên li dijî jinan hatiye ba hev û got: “Me çand û hişmendiya xwe ji Şêx Saîd girtiye., kevneşopiya xwe ji têkoşîna bi çil salan girtiye. Me perwerdehiya xwe ne ji diyanetê, ji Şêx Saîd, birêxistinbûna xwe ji xwebûnê girtiye. 40 sal in ku em ji wê boneyê têdikoşin."

Havîn Kiye, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em mal bi mal, kuçe bi kuçe bigerin, behsa tecrîdê bikin. Behsa binpêkirinên berpêyî girtiyan bikin. 14’ê Gulanê hefteya Roja Dayikan e, em ê diyariya herî mezin bidin dayikên xwe û serkeftina xwe pîroz bikin."

Girse di dema vekirina buroyê de dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî”yê berz kir. PIştî vekirina buryê li navenda navçeyê serdana dikandaran hat kirin. Dikandar û welatiyên li derdorê bi nişana serkeftinê û çepikan namzet silav kirin.