Li Sêrtê hevdîtina jinan: Em ê vê pergalê hilweşînin

  • jin
  • 20:06 24 Nîsan 2023
  • |
img
SÊRT- Meclisa Jinan a Partiya Çepên Kesk û TJA ku li Sêrtê bi jinan re civiyan, peyama "Em ê vê pergalê hilweşînin" dan.
 
Partiya Partiya Çepên Kesk, Meclisa Jinan a Sêrtê û Tevgera Jinên Azad (TJA) li Navçeya Conkbayirê ya navçeya Navendî ya Sêrtê bi jinan re civiyan. Hevdîtin bi beşdariya namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepbz Kesk a Sêrt Sabahat Erdogan Saritaş, Hevşaredara berê ya Sêrtê Bêrîvan Hêlîn Işik ku qeyûm li şûna wê hat tayînkirin û Berdevka Partiya Çepên Kesk a Sêrtê Emîne Aşkara dest pê kir. Gelek jin tevlî hevdîtinê bûn.
 
Endamên partiyê yên ku bi jinên taxê re hatin cem hev, li ber stranên li otobusa hilbijartinê hatin lêxistin govend gerandin. Jinan gelek caran dirûşmên "Jin jiyan azadî" û "Bijî berxwedana zindanan" berz kirin. 
 
Saritaş li vir axivî û got: “Em bi jinan bawer in. Ew jî ji me bawer dikin. Di vê hilbijartinê de em ê vê pergala nîjadperest, mêtînger, dij-civakî têk bibin. Em dibêjin êdî hûn nikarin vê pergalê biparêzin. Êdî bes e. Heta serketinê dîsa em in, dîsa jin in.. Em ê di 15’ê Gulanê de deriyên girtîgehê ji hevalên xwe re vekin? Ji vê derê hezar silav ji hevalên me yên li zindanan re."