Jinên Botanê li qadê qîrîyan: Hêvî Ocalan e

  • jin
  • 09:21 26 Nîsan 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Jinên Botanê yên beşdarî mitînga jinan a li Silopiyayê bûn diyar kirin ku ew pêşengên pêvajoyê ne û gotin: "Ciwan û jin êdî azadiyê dixwazin. Hêviya me birêz Ocalan e û em ê bi ser bikevin."
 
Partiya Çepên Kesk li Tirkiye û Kurdistanê lez da xebatên xwe. Di vê çarçoveyê de xebatên xwe bajêr bi bajêr meşandin û rastî eleqeyeke mezin tê. Di çarçoveya xebatan de Partiyê yekemîn mitînga jinan bi dirûşmeya "Dîsa Jin Dîsa Jiyan" li navçeya Silopiya ya Şirnexê li dar xist. Jinên ku bi tilîlî û dirûşmeyên xwe tevlî mitîngê bûn, diyar kirin ku hêza wan a guhertinê heye û gotin ku di vê hilbijartinê de serkeftin a jinan e. 
 
'HÊVIYA ME BIRÊZ OCALANE'
 
Ji jinan Fatma Acar (50) diyar kir ku roja hilbijartinê dema ku biçe ser sindoqê ew ê ji bilî  Partiya Çepên Kesk dengê xwe nede tu partiyeke din û wiha axivî: "Em ji bo aştiyê, ji bo biratiyê û ji bo ku ev xwîne bê sekinandin li vir in. Îro ji bo me jinan bi wate û girîng e. Em jin hêviya rojên xweş ji vê hilbijartinê dikin. Em ê dengê xwe bidin partiya xwe Partiya Çepên Kesk. Ev çend sal in em têdikoşin. Di encama vê tekoşînê de hêviya me çêbû û îro hêviya me heye, em ê di vê hilbijartinê de bi ser bikevin. Em jin dê bi ser bikevin. Ev dara ku birêz Ocalan çandiye îro li her derê şîn dibe. Di vê hilbijartinê de hêvî dikim ku Ocalan jî azad bibe. Em hêvî dikin ku deriyên girtîgehan jî vebin û em bigihijîn rojên azad. Jin û ciwan êdî azadiyê dixwazin. Hêviya me birêz Ocalan e, hêviya me jin û ciwan in." 
 
'EM Ê BISERBIKEVIN'
 
Ji jinan Heznî Pişkîn (45) anî ziman ku ew ji bo azadiyê li qadê ye û ev tişt gotin:" Ez ji bo azadiyê, ji bo aştiyê li vir im. Hêvi dikim ku ev têkoşîna ku 40 sal in em kurd didin, li erdê nemîne û em bigihijîn mafên xwe. Ez ji bo serkeftinê, ji bo azadiya Ocalan, ji bo ku jin neyên qetilkirin ez ê dengê xwe bidim Partiya Çepên Kesk. Banga min ji kurdên ku heta niha dengê xwe dane partiyên din re jî heye; bes xiyanetê bikin." 
 
Ji jinan Taybet Hin jî bang li jinan kir ku li derdora Partiya Çepên Kes bibin xelek û got: "Divê êdî kurd dest bidin hev û bi ser bikevin. Em dixwazin ku kurd li her çar perçeyên Kurdistanê bibin tifaq ku bikaribin bi ser bikevin. Di vê hilbijartinê de em ê bi zimanê xwe, çanda xwe, dîroka xwe û hebûna xwe bi ser bikevin." 
 
'ÊDÎ JIN AZADIYÊ DIXWAZIN'
 
Medya Hezer jî got ku jin li dijî qirkirina xwezayê, tundiya li ser jinan divê dengê bidin Partiya Çepên Kesk û got: "Em, ji bo jin neyên qetilkirin li vir in. Ji bo êdî yek ji me kêm nebe, em li vir in. Em êdî naxwazin tundiyê, kuştinê bibînin, em naxwazin xwezaya me bê talankirin. Em parlementoyeke ku gotina jinan tê derbas dibe û jin pêşengiya wê dikin dixwazin. Em ji bo piştgiriya xwe ya bi jinan re nîşan bidin li vir in û em bi hêvî ne ku em jin dê vê pergalê bigûherînin. Em hene û em ê biguherînin. Banga min li hemû jinan heye ku li dora Partiya Çepên Kesk bicivin. Çimkî Partiya Çepên Kesk partiya jinan e. Her jineke ku dixwaze ev pergale biguhere, divê piştgiriyê bide Partiya Çepên Kesk" 
 
Ji jinan Şerîfe Şamanê jî got ku jin pêşengiya jiyaneke nû dikin û ev tişt bilêv kirin: "Em aştiyê dixwazin, em dixwazin ku ev sal bibe sala serkeftinê ya me jinan. Em dibêjin jin hene û jin êdî azadiyê dixwazin." 
 
'JI BO ÇANDA ME, AZADIYA ME Û ZIMANÊ ME PARTIYA ÇEPÊN KESK'
 
Jina ciwan Gulbuhar Aslan jî xwestine ku jin bi rengê xwe tevlî pêvajoyê bibin û dengê xwe jî bi wê zanebûnê bi kar bînin û ev tişt gotin: "Pêşiya her tiştî ji bo ku bikaribim bi zimanê xwe biaxivim ez li vir im. Îro mixabin li ser zimanê me êriş hene. Daxwaza me ya perwerdeya zimanê dayikê kirine meseleyeke siyasî. Zimanê dayikê ne mijareke siyasî ye. Em ji bo bikaribin bi zimanê xwe biaxivin û bi çanda xwe dîroka xwe bijîn dibêjin Partiya Çepên Kesk." Gulistan Aşinê (62), got: "Ji bo aşitiyê, azadiyê, biratiyê û ji bo azadiya Ocalan biqirîn li virin em ji xwe bawerin em ê bi ser bikevin."  
 
BANGA TEKOŞÎNÊ
 
Kadriye Erden jî da zanîn ku Partiya Çepên Kesk jinan temsîl dike û got ku ew ê ji xeynî wê dengê xwe nede tu partiyan. Ayşe Kazanhanê jî da zanîn ku heta daxwaza ji bo azadiya jinan pêk neyê ew ê dev ji tekoşîna xwe bernedin û bang li jinan kir ku li qadan cihê xwe bigirin û têbikoşin." 
 
MA / Zeynep Durgut