Komeleya Dema Jinan: Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin

  • jin
  • 16:39 3 Gulan 2023
  • |
img
STENBOL - Komeleya Dema Jinan diyar kir ku dê piştevaniya xwe ya bi rojnamegerên jin re bidomînin û wiha got: “Çapemeniya Azad û rojnamegeriya jinan nayê bêdengkirin.” 
 
Komeleya Dema Jinan bi mebesta piştevaniya bi 12 rojnamegerên jin ên di nava 11 mehên dawî de hatine girtin, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Daxuyanî bi zimanên kurdî û tirkî hatin weşandin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku dê piştevaniya xwe ya bi rojnamegerên girtî Safiye Alagaş, Bêrîtan Canozer, Oznûr Deger, Habîbe Eren, Derya Ren, Dîren Yurtsever, Bêrîvan Altan, Ceylan Şahînlî, Dîcle Muftuoglû, Elîf Ungur, Neşe Toprak û Remziye Temel re bidomînin. 
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Di sala 1993'yan de bi biryara Neteweyên Yekbûyî (NY), 3'yê Gulanê weke Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê hat ragihandin. Li erdnîgariya ku em lê dijîn bi taybetî rojnamegerên kurd û muxalîf her dem bi tundiyê re rûbirû diman û dimînin. Li Tirkiyeyê di deh mehên dawî de 34 rojnameger hatin girtin û ji van 12 jê jin bûn. Bi girtinan tê xwestin ku kiryarên pîşeyî yên rojnamegeran were astengkirin. Di demeke nêz de rojnamegerên ku li Kadikoyê ji bo rojnamegerên girtî xwestin daxuyaniya çapemeniyê bidin lê bi kotekî û zordarî hatin binçavkirin. Rewakirina tundiyê û binçavkirina rojnamegerên jin nîşaneya polîtîkayên pergala heyî ye ku li hember jinan tê meşandin. 
 
ROJNAMEGERIYA JINÊ NAYÊ BÊDENGKIRIN
 
Em weke parazvanên mafan, li hemberî girtin, tundî, binçavkirin, hewldana bêdengkirinê; girîngiya azadiya vegotinê dubare dikin û dibêjin ku demildest divê rojnameger bên berdan. Çapemeniya azad û rojnamegeriya jinê ne sûc e. Em li gel wan rojnamegeran in ku rêya heqîqetê bi pênûsa xwe ronî dikin. Heta bigihêjin azadiya ku heq dikin em li gel rojnamegeran in. Em ê bi piştevaniya xwe, bi we re bin.”
Komeleyê di daxuyaniyê de bal kişand ser tundiya li ser rojnamegeran û got:"Em li gel wan rojnemevanan e ku rêya heqîqetê bi pênûsa xwe ronî dikin. Heta bigihêjin azadiya ku heq dikin em li gel rojnamegeran in. Çapemeniya Azad û rojnamegeriya jinê nayê bêdengkirin.”