Li Stenbolê jinek û lawê xwe hatin qetilkirin

  • jin
  • 14:23 16 Gulan 2023
  • |
img
STENBOL - Li navçeya Esenlerê kesê bi navê Înan Taşçi hevjîn xwe Gulay Taşçi û lawê xwe Efe Taşçi qetil kir. 
 
Li navçeya Mîmar Sînanê ya navçeya Esenlera Stenbolê kesê bi navê Înan Taşçi bi sîlehê êrişî hevjîna xwe Gulay Taşçi (39) kir û ew qetil kir. Kujer Taşçi paşê jî lawê xwe Efe Taşçi (19) jî qetil kir. Kujer li xizmên xwe geriya û diyar kir ku hevjîn û lawê xwe kuştiye. Kujer paşê hewl da întihar bike. 
 
Tîmên tenduristiyê hatin cihê bûyerê û kujer Taşçi yê birîndar rakirin nexweşxaneyê. Hat zanîn ku Taşçi li nexweşxaneyê miriye. 
 
Cenazeyê Gulay û lawe wê ji bo otopsiye rakirin Saziya Tiba Edlî.