9 meh derbas bûn hê jî îdianameya kujerê 3 zarok û dayika wan nehatiye amadekirin

  • jin
  • 09:00 17 Gulan 2023
  • |
img

ŞIRNEX - Îdîanameya Hasan Karaaslan ê ku hevjîna xwe Leyla Karaaslan û 3 keçên xwe qetil kir, hê jî nehatiye amadekirin û parezerê malbatê jî tune ye. Malbata Leyla Karaaslan diyar kir ku çendî rapora kujer a şîzofreniyê tune ye jî, li Stenbolê tê tedawîkirin. 

 
Li taxa Yenî ya navçeya Hezexa Şirnexê di 24'ê tebaxa 2022'yan de zilamê bi navê Hasan Karaaslan, hevjîna xwe Leyla Karaaslan (40) û zarokên xwe Derya (17), Melek (16) û Şerîfe (13) di xew de qetil kiribûn. Karaaslan ê kujer, ji sûcê "kuştina bi qesdî" hatibû girtin. Karaaslan di îfadeya xwe ya dozgeriyê de, derpêş kiribû ku ew şîzofren e. Di ser bûyerê re 9 meh derbas bûne, lê hê jî îdianamaya kujer Karaaslan nehatiye amadekirin. 
 
Leyla Karaaslan tam 15 salan tevî zarokên xwe rastî tundiya kujer Karaaslan hatibû.
 
Malbata Leylayê diyar kir ku beriya niha têkiliya Hasan Karaaslan bi Hîzbullahê re hebûye û bi salan hevjîn û keçên xwe di hundir de heps kiriye. Hat diyarkirin ku Karaaslanê ku bi nexweşiya şîzofreniyê xwe parastiye, ew ji bo tedawiyê ji girtîgeha Şirnexê birine Stenbolê. Parêzerê Leyla Karaaslan û 3 keçên wê yên hatine qetilkirin nîn e. Malbatê li ser daxwaz û gotina qeymeqamê navçeyê ya "Hewce nake ku hûn parêzer bigirin, ji ber ku sûcê wî diyar e dê bê girtin"  parêzer negirtine. Malbat dixwaze ku demek berî demekê îdianame bê amadekirin. Der barê mijarê de dayika Leyla Karaaslanê, Bedîa Tek ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. 
 
'HER ROJ ÎŞKENCEYÊ DE BÛ'
 
Tek diyar kir ku ew dixwaze ku kujerê keça wê û neviyên wê bi cezayê herî giran bê cezakirin û wiha axivî: "Xwe bi dînîtiyê parastibû. Ji ber wê jî, ew ji bo raporê birine Stenbolê. Ev mirov ne dîn e. Roja ku keça min bi wî re zewicî heta hat qetilkirin tu tişt nema neanî serê wê. Nehişt kincên xweşik li xwe bike, laçika paqij bike serê xwe. Ne tenê li ser keça min li ser neviyên min jî heman zilm dikir. Keça min tu xweşî ji vî mirovî nedit. Keça min her tim di îşkenceya wî de bû. Keça min tazî dikir sê rojan sê şevan li ber derî ser tex rudinişt. Piştre bi çiftê digot rabe here çêlekan bidoşe. Nedihişt keçên wî jî heta mala cîranên xwe biçin. Min ev nedizanîn, ji min re nedigot. Ev malbateke sofiyane. Me nedizanî ku sofî ne.Ez naxwazim ku ev mirovê ku bûye kujerê neviyên min û keça min bê berdan."
 
QEYMEQAMÊ NAVÇEYÊ NEXWESTIYE KU MALBAT PARÊZER BIGIRE
 
Tek di berdewama axaftina xwe de got ku qeymeqamê navçeyê ji wan re gotiye ku parêzer negirin û ev tişt gotin: "Qeymeqam ji me re got,'Dema ku hewceyî pê çêbû piştre parezer bigirin' me jî jê re got,' tu xwe nadî ber dozê. Ne hûn tinin dadgehê û ne jî hin darizinin, em ê parezerekî bigirin' lê qeymeqam got negirin.Ji me re dibêjin kujer birine Stenbolê tedawî dibîne. Lê ji me re gotin,' rapora wî hatiye me dîne' heke ku dîn nebe tedawiya çi dibîne?Em daxwaz dikin ku ev mirove bi cezayê herî giran bê darizandin. Keça min û neviyên min çi kiribûn ku wî ev anî serê wan? Divê ku van kujeran bernedin heger ku dê serê civakê ve bibin bela.Rayedarên dewletê dibêjin ku em ê dozê bişopînin lê ne wisa ye. Ev 9 meh derbas bûn hê cezayê vî kujerî nehatiye dayin û îddiname nehatiye amadekirin. Ev kes yek carê ne anîne dadgehê. Heta ku ev mirove bi cezayê giran neyê girtin ez ê rehet nebim. Bila herkes xwedî li vê dozê derbikeve."
 
SIDIKA JÎ LEŞKERAN QETIL KIR
 
Tek da zanîn ku keça wê Sidika jî di encama gulebarakirina leşkeran hate qetilkirin û wiha got: "Keça min Sidika hebû ew jî di 15 saliya xwe de ji aliyê leşkeran ve hate qetilkirin. Ji ber ku pişta xwe ve kesk,sor û zer girê dabû li ser hewşê gulebaran kirin û hate qetilkirin. Beriya wê bûyerê jî li ser mala me de girtin û gotin wê kesk, sor û zerê rakin. Ez ji bo danûstandinê çûbûm Cizîrê. Piştî min keça min bi giranî anîn nexweşxaneyê. Li wir saxbû lê nehat tedawîkirin û jiyana xwe ji dest da. Ez wê rojê jî hîç jibîr naki. Ez dixwazim ku kujerên keçên min û neviyên min bi awayeke edlane bên darizandin." 
 
MA / Zeynep Dûrgût