Li Colemêrgê mirina biguman a jinekê

  • jin
  • 16:22 18 Gulan 2023
  • |
img
COLEMÊRG - Li Colemêrgê Cîgira Midura Mala Mamosteyan M.A. bi awayekî biguman li mala xwe mirî hate dîtin. 
 
Cîgira Midura Mala Mamosteyan mamosteya jin a bi navê M.A. li mala xwe ya li Avahiyên Tekserê yên Taxa Sumbul a Colemêrgê mirî hate dîtin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, xizmên M.A.’yê ku agahî jênegirtin tîmên polîsan agahdar kirin. Li ser vê yekê tîmên polîsan û tenduristiyê sewqî mala wê hatin kirin. Tîmên ku ketin malê, di encama lêkolînan de tespît kirin ku mamoste M.A.’yê jiyana xwe ji dest daye. Piştî lêkolîna polîsan a li cihê bûyerê cenazeyê mamosteyê ji bo otopsiyê rakirin  morga Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê.
 
Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê têkildarî mirina biguman lêpirsîn da destpêkirin.