Otlû: Em ê li dijî polîtîkayên dijminatiya jinan gotinên xwe bibêjin

  • jin
  • 09:02 22 Gulan 2023
  • |
img
STENBOL - Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Stenbolê Çîçek Otlû bal kişand ser profîla heyama nû ya Meclisê û got: “Wisa xuya dike ku wê polîtîkayên dijminatiya jinan zêde bibe. Lê em ê li Meclisê û kolanan gotinên xwe bibêjin."
 
Parlamenterên Heyama 28’emîn a Meclisê ku dê wezîfeyê bikin diyar bûn. Hilbijartina Serokkomariyê jî ji tûra duyemîn re ma û dê di 28’ê Gulanê de bê kirin. Dîsa wek her serdemê temsîliyeta wekhev li Meclisê serwer nîne û bi piranî ji zilaman pêk tê. 
 
Ji 600 parlamenteran 481 parlamenter zilam in. HUDA PAR û Partiya Yenîden Refahê ku li dijî Qanûna Jimara 6284’an a pêşî li tundiya jinan digire derdikevin jî di heyama nû ya Meclisê de cih digirin. 
 
Partiya Çepên Kesk tawîz neda rêgeza temsîlyeta wekhev û ji sedî 49’an li Meclisê temsîliyeta jinan pêk anî. Çîçek Otlû ya li Stenbolê ji Partiya Çepên Kesk ji bo parlamenteriyê hat bijartin hilbijartinan nirxand. Otlû anî ziman ku li gel AKP’ê hemû derfetên dewletê seferber kiribû jî dîsa rêjeya dixwest bi dest nexist û halê AKP’ê yê dawî li holê ye. 
 
ENCAMÊN 14’Ê GULANÊ 
 
Otlu diyar kir ku kurdan girîngiyeke mezin dan hilbijartinên 14’ê Gulanê û beşdariyek zêde nîşanî hilbijartinê dan û got: “Bi encamên hilbijartinê re ev rastî derket holê. Encam çi dibe bila bibe, divê bê dîtin ku beşeke ku çareseriya pirsgirêka kurd a li vî welatî dixwaze, rakirina tecrîda girankirî ya li Îmraliyê, çareseriya pirsgirêkên li girtîgehan, pirsgirêkên jinan û hemû daxwazên elewiyan e. Divê kes ji bîr neke ku li ser vê axê kevneşopiya têkoşîn û berxwedanê heye.”
 
RÊXISTINKIRINA GIRSEYÊ 
 
Otlu destnîşan kir ku bi hilbijartinan re pêwîstiya rêxistinbûna girseyî diyar bû û wiha domand: “Divê em têkoşîna xwe li ser daxwazên gelan ava bikin. Ji ber ku em dibînin ku karker û kedkar, jin û ciwan bi piranî di nav beşên îslamî û siyasî de mane. Beşek heye ku polîtîkayên AKP’ê wek şêwaza jiyana têkoşîneke siyasî dibîne. Divê em li dijî van koman polîtîkayên xwe yên taybet biafirînin. Di şert û mercên ku em di nava refên xwe de çîna karker û kedkarên xwe ji nû ve birêxistin bikin wê serkeftin bibe ya me û rejîma faşîst wê têk biçe.” 
 
Otlu destnîşan kir ku temsîliyeta wekhev yek ji armanca herî girîng a Partiya Çepên Kesk e û got: “Dema em li jimareya parlementoyê dinêrin, em dikarin bibêjin ku hejmara jinên ku hatine bijartin ango bûne parlamenter 127 e. Yên ku vê hejmarê zêde dikin, wekîlên jin ên Çepên Kesk e. Dema ku em li daneyên dawî dinêrin, tê dîtin ku wê li Meclisê polîtîkaya mêr zêdetir bibe, zimanê mêraniyê zêdetir were axaftin û polîtîkayên zayendperestî zêde bibin."
 
‘EM Ê GOTINÊN XWE BIBÊJIN’ 
 
Otlu anî ziman ku divê zimanê jinan û siyaseta jinan li Meclisê derkeve pêş û wiha got: "Partiya Çepên Kesk wê vê yekê herî zelal nîşan bide. Armanca wê ev e ku rêgezên têkoşîna azadiya jinan bigire dest û ne tenê li Meclisê, di têkoşîna kolanan de jî bi rêxistin bike. Ji ber vê yekê em ê li Meclisê û li kolanan gotinên xwe her bibêjin.” 
 
MA / Esra Solîn Dal