Helbestên bi dizîka dinivîsand, ew bêtir bi jiyanê ve girêda

  • jin
  • 09:25 17 Nîsan 2018
  • |
img

EDENE -  Helbestvan Selda Kaya ku bi dizîka helbest dinivîsandin, helbestên xwe bi navê “Hirkamda Şiir Lekelerî” çap kirin. Kaya, diyar dike ku hînbûyîn çerxeke wisa ku tu carî naqede. 

Selda Kaya, ku bi helbestên xwe temasî gelek jinan dike, piştî 26 salan dawî li zewaca xwe anî. Piştî wê û hevjînê xwe dev ji hevdu berda, helbestên xwe bi navê “Hirkamdakî Şîîr Lekelerî” çap kirin. Kaya ji Dêrika Mêrdînê ye û di 15 saliya xwe de hatiye zewicandin. Kaya bi lêv kir ku di 26 salên zewaca xwe de ew bi gelek zor û zehmetiyan re rû bi rû maye. 
 
Kaya û hevjînê xwe 2 sal berê ji hev veqetiyan. Piştî ji hev vediqetin, Kaya tiştên jiyana bi helbestê vegotine. Kaya ji bo vê rewşê wiha dibêje: “Dema diçûm lîseyê min gelek helbest nivîsandin. Dema di pola dudoyan de bûm, malbata min ez zewicandim. Nêzî 20 salan min helbest nenivîsandin. Lê belê di 8 salên dawî de min dîsa dest bi nivîsandina helbestan kir. Di 6 salên ewil ên zewacê de min bi dizîka helbest dinivîsandin.” 
 
'MIN XWEST JIYANA XWE BI HELBESTÊ VEBÊJIM’ 
 
Kaya, diyar dike ku wê xwestiye tiştên jiyaye bi helbestê vebêje. Kaya destnîşan kir ku ji roja ku ew zewicî bi çewisandinan re rû bi rû ma. Kaya, bi lêv dike ku wê di helbesta xwe ya binavê “Bakire Karanfil” (Qurnefîla Bakîre) de hestên xwe daye der û got: “Min di helbesta xwe ya Qurnefîla Bakîre de behsa xwe kir. Min behsa zewaca xwe ya di 15 saliyê de û çewisandina şeva ewil kir. Divê ne li Tirkiyeyê û ne jî li tu deverê cîhanê zewaca di temenên biçûk de çênebe. Hîn zarok e, hay ji tu tiştî tune ye. Zarokê kur wekî yeke gihaştî dibîne û wisa tev digere.” 
 
‘GER JIN BIXWAZIN DIKARIN BI SER BIKEVIN’ 
 
Kaya, diyar dike ku her çend jiyana wê bi zor û zehmetiyan re derbas bûbe jî, ew ji jiyanê hez dike û bi têkoşînê wê jiyana ku lê hatiye rewakirin diguherîne. Kaya, tîne ziman ku ji ber di temenekî biçûk de hat zewicandin, mecbû mabû lîseyê terk bike lê belê paşê wê ji derve lîse qedandiye. Kaya got, dû re wê zanîngeha jî xwendiye û baweriya wê ew e ku hînbûn çerxeke ku dê qet neqede. 
 
Kaya diyar dike ku ew helbestên xwe bi kurdî jî dixwîne, lê belê ji ber nêvenga siyasî ya heyî ew li her derê nikare helbestên xwe bi kurdî bixwîne. Kaya, destnîşan dike ku piştî wê û hevjînê xwe dev ji hevdu berdaye, wê kafeyek vekiriye û debara xwe pê dike. Kaya, destnîşan dike ku ji ber jiyana jinê tê binpêkirin, xwebaweriya jinê lawaz bûye û dibêje: “Divê jin bi xwe bawer bin.”