Jinên mexdûrên erdhejê hêzê didin hev

  • jin
  • 09:41 17 Hezîran 2023
  • |
img
DÎLOK - Jinên li gundên Kerkût û Xolto yên bi ser navçeya Islahiyeyê ve hewl didin birînên erdhejê bipêçin, hêz ji kenên hev digirin. 
 
Mexdûrên erdhejê pêçandina birînên xwe didomînin. Erdhejê tesîrek giran li gundê Kerkût û Xolto yên bi ser navçeya Islahiyeyê ya Dîlokê ve kir. Gelek avahî li her du gundan hilweşiya bûn. Mexdûrên her du gundan jî konan vedabûn û lê diman. Niha hinek welatî ketine malên xwe ku tamîr kirine û lê ji bo tevdîrê jî konên xwe ranakin. Mexdûrên erdhejê ku wextek şert û mercên wê zehmet û rewşek derûnî li ser wan hişt li pey xwe dihêlin û hewl didin ji wê rewşê rizgar bibin. Mexdûrên erdhejê niha jî hewl didin bi çandiniya baxçeyên xwe  debara xwe bikin. 
 
Herî zêde jî jin di bin bandora erdhejê de man û pirsgirêkên jinan zêdetir bûn. 
 
ZAROK BI PÊLAVÊN XWE RADIKEVIN 
 
Gulşen M. (37 a ji gundê Kerkûtê ye diyar kir ku wan bi hewldanên xwe di konek vedane de mane û hewcedariyên 3 zarokên xwe û hevjînên xwe bi tena serê xwe dabîn dike. Gulşen M. da zanînk u ew demek dirêj di kon de mane û di meha gulanê de derbasî mala xwe bûne. Gulşen anî ziman ku zarokên wê bi tirsa wê erdhej çêbibe bi pêlavên xwe ve radikevin û her roj bi wê metirsiyê re dijîn û wan wek jinên mexdûrên erdhejê hewl daye travmayên erdejê ji ser xwe biavêjin. 
 
DERIYÊ MALA XWE JI MEXDÛRAN RE VEKIR 
 
Hatice K. (48) jî ji gundê Kerkût e û mexdûra erdhejê ye. Hatice K. anî ziman ku rojên ewil ên erdhejê di komirxaneya malê de 20 kes mane û got: “Piştî 20 rojan me bi derfetên xwe kon kirî. Vê carê jî piştî dinya germ bû, ji ber mar û dûpişka me demek zor derbas kir. Paşê em derbasî mala xwe bûn.” Hatîce K. diyar kir ku wê deriyê mala xwe ji eqrebeyê xwe re vekiriye û got: “Roj roja xwedî derketinê ye. Rojên wiha bi hev re, carna bi sohbet carna jî bi xebitandinê derbas dibe.” 
 
‘JIN HÊZ DIDIN HEV’ 
 
Hayat Ç. (55) di erdhejê de keça wê jiyana xwe ji dest dide û destnîşan kir ku piştevaniya jinan qewetê dide wê. Hayat Ç. da zanîn ku mexdûrên erdhejê xwe bi xwe li hawara hev çûne. Hayat Ç. diyar kir ku ew nikare êşa keça xwe ji bîra bike û got: “Bi xêra cîranan hinek rûyê me dikene. Nexwê ev demek dirêj e nakenim jî. Em jin xwe bi xwe hêzê didin hev.” 
 
‘EM BI HEV RE ÊŞÊN XWE JI KÊM DIKIN’ 
 
Zeynep D. (57) a li gundê Xolto jî li gel jinên gund bi awayek zibareyî dixebitin û wan girîngiya piştevaniyê û parvekirinê ji dilxwazên erdhejê ku rojên ewil li hawara wan çûne hîn bûne. Zeynep D. anî ziman ku ku ewil li hawarê hatine xelkê kurd bû û wiha got: “Dîsa yên me li hawara xelkê hatin. Ev hevgirtina me jinan berdewam dike. Em dixwazin bi hevgirtinê êşên erdhejê ji ser xwe bidin jibîrkirin.” 
 
MA / Ceylan Şahînlî