Xwendekara tev li çalakiya ‘Jin jiyan azadî’ bû hate girtin

  • jin
  • 21:52 28 Hezîran 2023
  • |
img
WAN - Armîta Paver, a tev li çalakiyên “Jin jiyan azadî” yên piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kirin bû, cara duyemîn hate girtin. 
 
Li Îranê piştî Jîna Emînî ji aliyê “Polîsên exlaqê ve” hate qetilkirin li rojhilatê Kurdistan û Îranê çalakiyên “Jin jiyan azadî” dest pê kirin. Xwendekara aktîvîst Armîta Paver a tev li van çalakiyan bû li Tebrîzê cara duyemîn hate girtin, nayê zanîn ku Paver sewqî ku derê hatiye kirin. 
 
Paver a li Zanîngeha Medenî ya Tebrîzê xwendekara biyolojiya molekuler û hucreyî ye di 9’ê mijdara 2022’yan de bi hinceta “Di çalakiyên li dijî hikumetê de” cih girtiye hatibû girtin û bi kefaleteke zêde bi awayekî derbasdar hatibû berdan. Paver îro careke din ji ber ku “nameya lêborîn û poşmantiyê” ya ku daraza pergalê li ser wê ferz kiriye nenivîsand, careke din hate girtin.