Kovara Jinê bi manşeta ‘Di Konfederalîzma Demokratîk de jin, jiyan, azadî heye’ derket

  • jin
  • 10:11 2 Tîrmeh 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara nû ya Kovara Jinê bi manşeta “Di Konfederalîzma Demokratîk de ‘jin, jiyan, azadî’” derket. 

Hejmara 18’emîn a Kovara Jinê derket. Di vê hejmarê de Rojîn Mukriyanî bi nivîsa xwe ya “Çareseriya ji bo Îraneke azadtir: Konfederalîzma Demokratîk” re balê dikişîne ser azadiya jinan û dibêje ku çareserî Konfederalîzma Demokratîk e. Rûşen Seydaoglû jî bi nivîsa xwe ya “Bûyîna ji nû ve” qala pêvajoya xwe jinûveafirandina jinê dike. 
 
Oya Açan jî bi nivîsa xwe ya “Heke em nebin...” balê dikişîne ser girîngiya rêxistiniya civakî û Bêrîvan Guneş jî bi nivîsa “Remzeke bîra civakî” re qala çanda kurdî ya di bin navê veguherandinên bajaran de tê tunekirin dike. 
 
Tevahiya nivîsên di hejmara nû de wiha ne: 
 
Çareseriya ji bo Îraneke azadtir: Konfederalîzma Demokratîk  / Rojîn Mukriyanî
 
Bûyîna ji nû ve / Rûşen Seydaoglû
 
Heke em nebin... / Oya Açan
 
Remzeke bîra civakî / Bêrîvan Guneş
 
Hûn dikarin li ser vê lînkê xwe bigihînin tevahiya nivîsên di hejmara nû de:  http://jindergi.com/anasayfa/