‘Beriya bûyerê gef li Fîrdevs Babat hatin xwarin’

  • jin
  • 14:36 3 Tîrmeh 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Di danişîna doza Ahmet Babat de ku Fîrdevs Babat qetil kiribû, li şahidan hate guhdarîkirin. Şahidan da zanîn ku Ramazan Babat beriya bûyerê gef li Fîrdevs Babat xwaribû. 
 
Jina bi navê Fîrdevs Babat (17) di 18’ê tebaxa 2022’yan de li bajarokê Sêgirkê yê navçeya Qileban a Şirnexê winda bû. Rojek piştre jî cenazeyê Babat di Çemê Hezilê de hate dîtin. Kesê bi navê Ahmet Babat jî bi sedema “Kuştina zarokê ya biqesdî” hate girtin. 3’yemîn danişîna dozê li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê hate lidarxistin. 
 
Faîl Ahmet Babat, ji girtîgeha lê tê ragirtin bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bû. Parêzera Fîrdevs Babat, Hediye Gokçe Baykal, Seroka Komîsyona Mafên Jin û Zarokan a Baroya Şirnexê Aycan Îrmez, parêzera Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê û malbata Fîrdevs Babat di danişînê de amade bûn. 
 
DI BERÊ DE GEF LI FÎRDEVSÊ HATIYE XWARIN
 
Danişîn, piştî tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Piştre jî birayên Fîrdevs Babat ên bi navên Omerhan û Kadîr Babat û bavê wê Şefîk Babat weke şahid lê hate guhdarîkirin. Şahidan dan zanîn ku Fîrdevsê di demên berê de ji wan re gotiye ku Ramazan Babat li wê gef xwariye û ev tişt anîn ziman: “Beriya bûyerê Fîrdevsê ji me re got; ‘Dema ez ji dibistanê derketim, kekê Ahmet ê bi navê Ramazan Babat gef li min xwarin.’ Lewma em ne di wê baweriyê de ne ku ev bûyere Ahmet bi tena serê xwe kiribe. Em ji Ramazan jî gilîdar in.” 
 
‘EV SÛC BI TENA SERÊ XWE NEKIR’
 
Bavê Fîrdevs Babat jî diyar kir ku nêzikatiyeke wisa heye ku weke ev bûyer bi awayekî xeyalî pêk hatibe û da zanîn ku ev sûc Ahmet bi tena serê xwe nekiriye. 
 
LI ŞÛNA XWE RAMAZAN PARAST
 
Ahmet Babat jî li dijî parastinan îfade da, kekê xwe Ramazan Babat parast û got ku ew îfadeya ku kekê wî destdirêjî li keçekê kiribe qebûl nake. 
 
Piştî guhdarkirina şahidan, dozger xwest ku xwe li benda qeydên HTS’ê bigirin, li şahidên nehazir were guhdarîkirin û rewşa girtî ya bersûc bidome. 
 
KROKIYÊN HATINE XÊZKIRIN ÎFADEYAN PIŞTRAST DIKIN
 
Parêzerê Baroya Amedê Aydin Ataş anî ziman ku îfadeyên wan di demên berê de dabûn bi krokiyên ji hêla cendirmeyan ve hatine xêzkirin re hatine piştrastkirin û xwest ku daxwaza tashîha temen a bersûc were redkirin. 
 
DANIŞÎN HATE TALOQKIRIN
 
Şandeya dadgehê jî biryar da ku xwe li benda qeydên HTS’ê bigirin, rewşa girtî ya Babat bidome û danişîn taloqî 27’ê îlonê kir.