Li Stenbolê 2 jin hatin qetilkirin

  • jin
  • 10:19 6 Tîrmeh 2023
  • |
img
STENBOL - Kesê bi navê Erdal Şahîn hevjîna xwe Nazli Şahîn û dayika wê qetil kir. 
 
Kesê bi navê Erdal Şahîn duh di saetên êvarê de li Sariyer a Stenbolê hevjîna xwe Nazli Şahîn û dayika wê S. Şahîn qetil kir. Erdal Şahîn, piştre jî bi heman tifingê întîhar kir. Komên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê tespîtkirin ku Erdal Şahîn, Nazli Şahîn û S. Şahîn jiyana xwe ji dest dane.
 
Hat zanîn ku bavê Nazli Şahîn, Mehmet Şahîn jî krîza dil derbas kir û rakirin nexweşxaneyê.