Ji JINNEWS'ê çeteleya tundiyê: Di hezîranê de 25 jin hatin kuştin

  • jin
  • 11:03 6 Tîrmeh 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî çeteleya meha Hezîranê ya JINNEWS'ê 25 jin hatin qetilkirin û 27 jî bi guman jiyana xwe ji dest dane.
 
Li Kurdistan û Tirkiyeyê tundiya li ser jinan her diçe berdewam dike. Li gorî daneyên çapemeniyê, tablo gelek giran e. Rêxistinên jinan diyar dikin ku tundiya li ser jinan ya her diçe zêde dibe girêdayê gotinên zîhniyeta serdest ya desthilatdariyê ye û bûyerên tundiyê yên tên jiyîn vê tespîtê piştrast dike.
 
Jin li aliyekî piştevaniyê mezin dikin û li aliyê din jî dibin hedefa desthilatdarî û mêran. Bi taybet di meha adarê de li herêmên erdhêjê tundiya mêr zêde bû, ji ber qelsiya mekanîzmayan jinan nikaribû dengê xwe bidin bihistin. 
 
Li gorî çeteleya tundiyê ya meha hezîranê ya JINNEWS'ê 25 jin hatine qetilkirin û 27 û 5 zarok bi guman jiyana xwe ji dest dane.
 
3 jin ji aliyê mêrên pê re di asta dev ji hev berdanê de, 2 jin ji aliyê mêrên ku dev ji hev berdane, 3 jin ji aliyê zarokên xwe ve, 7 jin ji aliyê hevjînên xwe ve, jinek ji aliyê xizmê xwe ve, jinek ji aliyê hevalê xwe ve, 4 jin ji aliyê nasên xwe ve û jinek jî ji aliyê zavayê xwe ve hat qetilkirin.
 
Li Îzmîrê 6, li Dîrokê 2, li Eskîşehîrê 1, li Konyayê 1, li Kocaeliyê 1, li Qersê 1, li Antalyayê 2, li Ankarayê 2, li Aksarayê 1, li Edenê 2, li Karabukê 1, li Stenbolê 2, li Manîsayê 1 û li Îzmîtê jî jinek hat qetilkirin.