Rojnivîska zaroka ku xwe kuşt: Ez nizanim ez ê çi bikim

  • jin
  • 11:31 19 Tîrmeh 2023
  • |
img

COLEMÊRG - Esra Y. bi tecaiwizê re rûbirû dimîne û piştî ku faîlên girtî tên berdan xwe dikuje. Esrayê tevî ku di rojnivîska xwe de behsa tecawiz, şantaj û gefa kuştinê kiriye jî lê hê jî 3 faîl serbest in. 

 
Li gundekî bi ser navçeya Şemzînana Colemêrgê ve di meha gulana 2016’an de Veysî, Zahîr û Nîhat Yilmaz tecawizî Esra Y. a 11 salî dikin. 
 
Di çarçoveya pêvajoya hiqûqî de zarok ji malbat û xizmên xwe re qala bûyerê dike û li ser vê yekê 3 kiryar tên girtin. Doz li Dadgeha Cezayê Giran a Geverê hat lidarxistin. Ji bo 3 faîlan ji ber sûcên "îstismara zayendî" û "bêparhiştina ji azadiyê" ji her yekî re 42 sal cezayê hepsê hat xwestin. Piştî îtîraza faîlan a li Dadgeha Îstînafê ya Herêmê, ceza hat betalkirin û ji bo faîlan biryara ji nû ve darizandinê hat dayîn. Lê belê 8 meh şûnde kesên ku ji ber "nebûna delîlan" hatin girtin hatin berdan. 11 roj piştî ku faîl hatin berdan, ev yek bû sedem ku Esrayê xwe bikuje. 9'emîn danişîna dozê di 17'ê tîrmehê de li Dadgeha Cezayê Giran a Geverê hat lidarxistin. Di danişînê de şandeya dadgehê beşdariya faîlan a danişînê li ber çavan girt û daxwaza girtina wan red kir. 
 
 JINNEWS’ê we gihandiye rojnivîska Esrayê û wê di rojnivîska xwe de qala tiştên hatine serê wê dike. Esrayê beriya ku xwe bikuje di rojnivîska xwe de gotinên xwe yên dawî anîne ziman.
 
Rojnivîska wê wiha ye: 
 
"Xwedayê min ez nizanim çewa dest pê bikim, ger ku ez ji cîhekî dest pê bikim jî divê ez bi îxanetê dest pê bikim. Ji ber ku îxaneta mezin li min hat kirin, kesê ku herî zêde pê bawaer dibûn îxanet li min kir û ji piştê ve li min da. Ev îxanet bi gotinê nayê pênasekirin, ger ez bixwazim jî ne bi pênûs û ne jî bi zimanê xwe nikarim tiştê di dilê xwe de vedibêjim. Tiştê ku ez dikarim bibêjim ew ku canê min pir diêşe.
 
Xwedayê min, ev dawiya min e, çima ez fêm nakim çima. Ji aliyekî ve ez li pêkanînên wî difikirim û tu wateyê nadimê. Ew ne mirovek ew qas xirab bû ku ev tişt bi min kir, we çima wiha li min kir. ez çi bikim, nabe.  Ez çi bikim, ez xwe bikujim, vê carê jî wê malbata min bişewite, ger bijîm jî nikarim vî barî rakim,  Ya Xwedayê min, rihê min bistîne û ez nikarim vî barî  ragirim, ez nikarim bisekinim, ez nizanim çi bikim. bal kişand ser xwe, wî nivîsî ku ew dixwaze jiyana xwe ji dest bide û ku ew ditirse ku zirarê bide malbata xwe. 
 
Xwedêyo, êdî ez nikarim li ber xwe bidim, êdî ez nikarim bisekinim, bi rastî jî westiyam. Her şev digirîm.  Ez bi rastî nizanim çi bikim malbata min birayê min  ji bo ku vebêjim zextê li min dikin. Lê ez çawa rave bikim nikarim. Ez nikarim.  Ger bibêjim dê birayê min zerarê bibîne. Ger nebêjim jî canê min pir diêşe. Hişê min gelek tev li hev e.” 
 
Têbinî: Rojnivîsk wek xwe hatiye nivîsandin, xeletiyên tîp û rastnivîsê nehatine rastkirin.
 
Hatiye tehdîtkirin
 
Her wiha Esra di îfadeya ku li 21'ê hezîrana 2016’an dabû Serdozgeriya Komarê ya Şemzînanê de diyar kiriye ku Veysî, Zahîr û Nîhat Yilmaz dîmenên wê kêşandine û ji bo ne axive gef li wê xwarin e û heke ku biaxive wê van dîmenan biweşînin. Her wiha zext li Esrayê hatine kirin ku bêdeng bimîne û heke wisa bimîne wê tu xesarê nedin malbata wê û zext lê kirine.