Guhertina qanûna nû: Zilamê ku tê ‘efûkirin’ cînayetek nû dike

  • jin
  • 09:53 26 Tîrmeh 2023
  • |
img
ÊLIH - Cîgira Seroka Navenda Mafên Jinan a Baroya Êlihê Sumeyye Gultekîn Aykut diyar kir ku sererastkirina înfazê ya nû cesarete dide zilaman û got: “Ev kes bi mantiqê ‘ez bikujim jixwe efû tê’ jinan qetil dikin. Divê destûra vê sererastkirina ku pêşî li efûkirina kuştina vedike neyê dayîn.” 
 
Îktidara AKP’ê di 21 salan de polîtîkayên newekheviya zayendya civakî kûr kiriye û ev polîtîka dibe sedema zêdekirina tundiya li dijî jinan. Piştî betalkirina Peymana Stenbolê êriş, kuştin û tundiya li dijî jinan zêde bû. Îktidar bi guhertinên qanûnan pêşî li berdana kujerên jinan vedike. Îktidar pirjimariya xwe ya li Meclisê bikar tîne û rê li ber berdana faîlên jinan û zarokan vedike. 
 
KUJER Û FAÎLÊN HATIN BERDAN 15 JIN Û 3 ZAROKAN QETIL KIRIN 
 
Bi van guhertinên qanûnan faîlên ji hepsan hatin berdan herî kêm 15 jin û 3 zarokan qetil kirin. Ev hejmar tenê hejmara ku li ser çapemeniyê belav bûye. 
 
Kujer ango faîlên ku di çarçoveya destûra Kovîd-19’ê de hatin berdan dema destûra wan di 31’ê gulanê de bi dawî bû lê ev dîrok dirêjî heta 31’ê tîrmeha 2023’yan hat kirin. Beriya ev dîrok bi dawî bibe AKP-MHP’ê Qanûnek Torbayê ya nû li Meclisê pesend kir. Qanûn di 14’ê tîrmehê de li Meclisê hat pesendkirin û kesên li dijî jinan û zarokan sûcên kuştinê û tecawizê û tacîzê pêk tînin dê ji vê guhertina qanûnê sûdê werbigirin. 
 
‘DIVÊ RÊ LI BER KUŞTIN Û TUNDIYÊ NEYÊ VEKIRIN’ 
 
Cîgira Seroka Navenda Mafên Jinan a Baroya Êlihê Sumeyye Gultekîn Aykut bal kişand ser sedemên ku dibin rê li ber zêdebûna tundiya li dijî jinan zêde dibin. Aykut wiha axivî: “Yek ji sedemê zêde bûna êriş û tundiya li dijî jinan, polîtîkaya bêcezahitşinê ye. Herî zêde jin ji aliyê xizmên xwe ve bi tundiyê re rûbirû dimînin. Jin her çiqas serlêdanan dikin jî nayên parastin. An tên qetilkirin an jî tundî li wan tê kirin. Faîl ango kujerên ceza li wan tê birîn jî cezayên wan tê kêmkirin û ev jî parçeyek polîtîkaya bêcezahiştinê ye. Divê bi guhertina qanûnan ango sererastkirina înfaza nû rê li ber sûckirinê neyê vekirin. Sererastkirina înfazê ya nû cesaretê dide zilaman. Ev kes bi mantiqê ‘ez bikujim jixwe efû tê’ jinan qetil dikin. Divê destûra vê sererastkirina ku pêşî li efûkirina kuştina vedike neyê dayîn.” 
 
Sumeyye Gultekîn Aykut
 
MA / Fethî Balaman