Li Qersê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da

  • jin
  • 16:43 13 Tebax 2023
  • |
img
QERS - Jina bi navê K.A. ya 27 salî li Qersê bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da. 
 
Hat îdiakirin ku jina bi navê K.A. (27) ya li Taxa Çildir ya Qersê dijiya û hem dayika 2 zarokan û hem jî ducanî bû, bi çekê xwe kuştiye. Li gorî agahiyan, bûyer di 11’ê tebaxê de qewimî ye. Hat gotin ku hevjînê K.A. ji bo kar li Stenbolê ye û K.A. jî li Qersê bi malbata hevjînê xwe re dijiya. Piştî agahdarkirinê, komên tenduristiyê li cihê bûyerê hatin veguhestin û cenazeyê K.A. birin Nexweşxaneya Dewletê ya Qersê. 
 
Piştî karûbarên otopsiye, cenazeye K.A. îro li Goristana Dîgorê hate definkirin.